Ahmet Turk: Rakirina tecrîdê ji bo Tirkiyeyê şansek e

Ahmet Turk da zanîn ku Ocalan di hevdîtinan de her tim rêya diyalogê esas girtiye û nîşan daye ku di çareseriyê de bi israr e. Turk got tecrîda li ser Ocalan tê wateya binpêkirina hiqûqa hundirîn û navneteweyî û wiha bang kir: “Ji bo şikandina tecrîdê pêwîstî bi têkoşîneke xurt heye. Divê hemû kesên aştîxwaz bikevin nav liv û tevgerê. Ji bo bidawîbûna kaosê, tecrîd şansek e.”

Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî û mafê parastinê ya bi zimanê dayikê, girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di 12’ê îlona sala 2012’an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn. Çalakî di 5’ê mijdarê de li hemû girtîgehan belav bû û 10 hezar girtî ketin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Di 17’ê mijdarê de jî birayê Ocalan Mehmet Ocalan li Îmraliyê hevdîtin pêk anî û li ser daxwaza Ocalan jî çalakî bi dawî bû.

Piştî hevdîtina bi Ocalan re, heyetek hate avakirin û di destpêka heyetê de hevserokê KCD’ê û parlamenterê Mêrdînê yê serbixwe yê wê demê û hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm li şûna wî hatiye tayînkirin Ahmet Turk û parlementera BDP’ê ya wê demê Ayla Akat Ata hebûn. Heyetê di 3’yê çileya sala 2013’an de jî bi Ocalan re hevdîtin kir. Bi vê hevdîtinê re jî pêvajoyeke nû dest pê kir. Di Newroza sala 2013’an de jî Ocalan peyama çareseriya demokratîk belav kir û bi ser navê ‘Pêvajoya çereseriya demokratîk’ dest bi pêvajoyeke nû kir. Hevdîtina dawî ya heyetê ya bi Ocalan re jî di 5’ê nîsanê de pêk hat. Di hêla malbatê de jî herî dawî birayê Ocalan, Mehmet Ocalan di 11’ê îlona sala 2016’an de bi Ocalan re hevdîtin kir.

Sekna çareseriyê

Têkildarî geşedanên heyî siyasetmedarê kurd Ahmet Turk ji MA’yê re axivî. Ahmet Turk got ku beriya 3’ê çileyê rayedarên dewletê bi Ocalan re hevdîtin dikir. Turk got ku li ser daxwaza Ocalan ew û Akat bi Ocalan re hevdîtin kirine û wiha domand: “Ji bo aştiyê ev pêngaveke destpêkê bû. Der barê hevdîtinên Ocalan ên bi rayedarên dewletê re me tiştek nedizanî. Dema ku me ev yek jê re got, birêz Ocalan keniya û got; ‘Erê ez hevdîtinan dikim. Ez dizanim hûn ne xwedî agahî ne. Lê divê êdî ev hevdîtin bi civakê û raya giştî re bên parvekirin û bên zanîn. Em dê di vê pêvajoyê de êdî li hev rûnên û bi diyalogê çareser bikin. Ev ji bo vê yekê firsend e. Ji bo ez vê firsendê binirxînim heta ku ji destê min bê ez ê têbikoşim’ û sekna xwe ya li hemberî çareseriyê anî ziman.”

Gotinên Ocalan

Turk da zanîn ku naveroka hevdîtinê bi raya giştî re dihat parvekirin û wiha pê de çû: “Ocalan pir hesas nêz dibû. Di hevdîna ewil de got; ‘Bi salan e em têdikoşin. Demek dirêj e ji bo ku ev pêvajo vegere pêvajoya aştiyê û pirsgirêk bi rêyên diyalog û demokrasiyê çareser bibin, ez hewl didim. Di sala 1993’yan de me agirbest ragihand. Ji wê demê ve ji bo bi rêya diyalogê ev pirsgirêk çareser bibe têdikoşim. Ez îro jî xwedî heman helwestê me. Divê em li gorî serdema nû xwe amade bikin. Kurdan di vî milî de tekoşîneke mezin da. Di vê mijarê de bi qasî tê xwestin me dengê xwe li cîhanê belav kir. Her serdemek xwedî taybetiyek e. Ji bo em van şertan binirxînin em têdikoşin. Bêyî ku em qet ji maf û azadiya kurdan tawîz bidin û bi gelên li Tirkiyeyê re di pêşerojeke demokratîk de bigihîjin hev, em têdikoşin. Di vê mijarê de em ji xwe bawer in û em micid in.’”

‘Ocalan her tim bawerî da’

Turk got ku di hevdîtinên din de jî Ocalan pirsên weke daxwaza kurdan çi ye? û Ji bo demokrasî û aştiyê çi dixwazin? pir bi vekirî bersivandine û wiha ev nirxandin kir: “Encama hilbijartina 7’ê hezîranê hikûmet bêzar kir. Hikûmet wisa difikirî ku ew tenê dê sûd bigire. Lê HDP’ê bend derbas kir û hikûmetê jî pêvajo xera kir. Birêz Ocalan her tim bawerî da. Encama ku dewletê dixwest bi pêk nehat û ji ber vê jî pêvajo xera kirin. Planên dewletê yên A, B, C teqez hene. Di pêvajoyê de daxwaza kurdan a azadiyê pir xurt derket holê û pêngavên dihatin avêtin bi kêrî kurdan dihatin. Vê yekê dewlet tirsand û pêvajo bi dawî kirin. Li ser vê yekê weke plana duyemîn, zext, tundî û parçekirin xistin meriyetê.”

Kurd pêşengiyê ji guherînê re dikin

Di berdewamê de jî Ahmet Turk bi lêv kir ku kurd li Rojhilata Navîn aktorekî girîng in û wiha derbirî: “Kurd li herêmê pêşengiyê ji guherîn û veguherînê re dikin. Ji ber vê jî dewlet dixwaze bi polîtîkaya çewisandinê kurdan asteng bike. Hemû geşedanên navneteweyî û herêmê bêguman tenê girêdayî qulibandina maseyê nînin. Şîroveyên weke ‘kurdan gav neavêtin’ jî bê wate ne. Li hemberî siyaseta kurd, careke din dewleta kûr ketiye dewreyê. Rêxistin û demokrasiya Rojhilata Navîn baş pêşve naçe.”

Binpêkirina qanûnan

Der barê tecrîda li ser Ocalan de jî Ahmet Turk wiha got: “Tecrîda li ser birêz Ocalan hiqûqî nîne û mînaka wê di dinyayê de nîne. Ev sê sal in nikare bi malbata xwe re hevdîtinê bike. Ev li dijî makeqanûna Tirkiyeyê û rêgezên qanûnên navneteweyî ye. Bêdengiya CPT’ê jixwe cîhanê bêdeng dike. Ev bêdengî jî asta paşvemayîna demokrasiyê ye. Di vê serdemê de li her deverekê li dijî tecrîdê çalakî hene. Bêguman dê ev siyaseta zextê jî bi dawî bibe. Ji bo vê jî divê li dijî tecrîdê hêrseke mezin bê nîşandan. Pêdivî bi vê heye.”

Tecrîd bandoreke neyînî çêdike

Di dawiyê de jî Ahmet Turk ev tişt destnîşan kir: “Cîhan vê bêhiqûqiya li dijî Ocalan heta demeke dirêj nikare berdewam bike. Li hêlekê şikandina tecrîdê û li hêla din jî Rojhilata Navîn ketiye nav çiravê. Di serdemek wiha de şikandina tecrîdê û dawîanîna li bêhiqûqiyan hêsan nîne. Sekneke ku hemû cîhanê bandor bike, pêwîst e. Hêzên ku naxwazin rê li ber aştiya herêmê vebe naxwazin tecrîd rabe lê hêzên aştîxwaz jî di ferqa rola birêz Ocalan de ne. Ger polîtîkaya tecrîdê bidome, dê bandoreke neyînî li Tirkiye û Rojhilata Navîn bike. Hevdîtina bi Ocalan re dê ne tenê ji bo kurdan, ji bo Tirkiyeyê jî baş be. Ji bo ku Tirkiye ji kaosê derkeve, ev şansek e.” MÊRDÎN – MA

Dikarî Biecibînî