NPG’ê bîlançoya sala 2018’an parve kir

 

Fermandariya NGP’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya şer û pevçûnên sala 2018’an parve kir. NPG’ê diyar kir ku di encama şerê sala 2018’an de 2 hezar û 103 leşker û polîs hatine kuştin û 418 jî hatine birîndarkirin. NPG’ê da zanîn ku îsal ji bo hêzên wan bûye saleke berxwedanê

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bîlançoya şer û pevçûnên sala 2018’an bi raya giştî re parve kir. Li gorî daxuyaniya NPG’ê, di sala 2018’an de hêzên gerîla 556 çalakî pêk anîn û di encama van çalakiyan de 2 hezar 103 leşker û polîs hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de Fermandariya NPG’ê da zanîn ku sala 2018’an ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû saleke pir girîng û berxwedanê. NPG’ê diyar kir ku planên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li Bakur, Başûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê têk çûne. NPG’ê diyar kir ku AKP li her deverê dixwaze destkeftiyên gelê kurd têk bibe û bi sala 2018’an re jî konsepta tasfiyeyê girantir kir. NPG’ê got k udi destpêka salê de dewleta tirk êrîşî Efrînê kir û qada Kurdistanê veguheriye cihê berxwedanê. NPG’ê da zanîn ku rejîma AKP-MHP’ê xwest ku bi teknîkê encamê bigire lê bi ser neketiye.

Gerîlatiya serdema nû

Fermandariyê daxuyand ku rejîma AKP-MHP’ê li Rojava nekarî li hemberî şoreşa gel bisekine û li Bakur û Herêmên Parastinê yên Medyayê encama ku dixwest nekarî bi dest bixe. NPG’ê diyar kir ku hêzên wan derbên giran li artêşa tirk dane û dewleta tirk jî bi nûçeyên manîpulatîf xwestiye vê rastiyê veşêre. NPG’ê bal kişand ser gerîlatiya serdema nû û wiha dom kir: “Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hewl dan gerîlatiya serdema nû bi rengekî herî xurt biafirînin ku sedsala 21’ê vê yekê ferz dike. Di şerê sala 2018’an de ji aliyekî ve bi şerê xwe yê parastinê rê neda dijminê mêtinger ê dixwaze Kurdistanê bi temamî dagir bike, li aliyê din jî bi çalakiyên xwe yên xurt derbên giran li dijmin xistin. Di serî de çalakiya li Girê Bêsosin ê Şemzînanê, li Bradost, Serhed, Zap, Botan û her devera Kurdistanê bi çalakiyên xwe rejîma AKP’ê ya mêtinger têk bir.”

‘Serkeftin bi saya lehengiya şehîdan pêk hat’

Fermandariya NPG’ê da zanîn ku AKP’ê tevî ku çalakî bi kamereyan hatibûn kişandin jî, rastiya windahiyên xwe veşart û hewlda ku raya giştî bi xapîne. NPG’ê diyar kir ku rastiya şerê li herêmê ji hêla hêzên wan ve yek bi yek hatiye ragihandin. NGP’ê destnîşan kir ku serkeftinên sala 2018’an bi saya lehengiya şehîdan pêk hatiye û ev tişt parve kirin: “Em hemû şehîdên xwe bibîrtînin. Fermandarên xwe yên pêşeng Zekî Şengalî, Mahîr Atakan, Çetîn, Cûma, Medya, Dîcle, Tarik, Cûdî, Vedat, Jîndar, Rizgar, Roza û Sorxwînan em şehîdên xwe yên leheng hemûyan bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînin. Ji bo ala azadiyê ya şehîdên me yên leheng radestî me kirin li ba bikin û têkoşîna azadiya Rêber Apo û gelê Kurdistanê bi xurtî bimeşînin, em bi rengekî amade dest bi pêvajoya têkoşînê ya sala 2019’an dikin.”

Daneyên şer û pevçûnan

Li gorî daxuyaniyê hêzên artêşa tirk 163 operasyonên bejahî pêk anîn û ev agahî dan: “Hêzên artêşa tirk 370 caran bi balafiran, 313 caran bi helîkopteran û 558 caran jî bi hawan, obûs, tank û topan êrîş pêk anîn. Li dijî van êrîşan jî hêzên me 556 çalakî pêk anîn.  Her wiha 59 şer qewimîn û encama 220 çalakiyan jî  nehatiye zelalkirin. Di encama çalakiyên hêzên me de 12 jê payebilind bi giştî 2103 leşker û polîs hatin kuştin û 418 jî birîndar bûn. Di çalakiyên hêzên me de 43 wesayîtên zirxî, 13 wesayîtên zirxî (normal) û 29 makîneyên kar hatin rûxandin. Her wiha 33 wesayîtên leşkerî hatin derbkirin, SÎHA’yek û 5 dorne jî hatin xistin. Di çalakiyan de hêzên me balafireke keşfê û 10 helîkopter jî derb kirin. Di şer û pevçûnan de 19 hevrêyên me ketin destê dijmin û 523 hevrêyên me jî şehîd bûn.” BEHDÎNAN

Dikarî Biecibînî