Xwendekar mamosteya xwe kuşt

Xwendekarekî Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Çankaya gule li mamosteya xwe reşand û kuşt

Li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Çankaya ya Enqereyê xwendekarê bi navê H.Î.H. mamosteya xwe Ceren Damar bi demançeyê birîndar kir. Piştî bûyerê kedkarên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û di cih de mudaxaleyî Damar kirin. Lê ligel hemû helwdanên wan jî Damar nehat xelaskirin û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

Piştî êrîşê demeke kurt êrîşkar H.Î.H. ji aliyê polisan ve hat binçavkirin û demançeya wî desteser kirin.

Hat ragihandin ku bavê xwendekar H.Î.H. polîsekî teqawitbûyî ye û demançeya ku Damar pê hatiye kuştin a wî ye. ENQERE

 

Dikarî Biecibînî