Pirsgirêka esasî tecrîd e

Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin berdewam dike. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven 57 roj in di girtîgeha Tîpa E ya Amedê de di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye.

Her wiha li 23 girtîgehan 91 girtî û li Strasbourgê greva birçîbûnê di hefteya 3’yemîn de ye. Li Hewlêr û Silêmaniyê jî komên nû grev dewr girtin.

Hevseroka HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û grevên birçîbûnê û nerazîbûn nîşanî bêdengiya hêzên demokrat da. Yuksekdag got ku tecrîd li pêşiya çareseriya pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê asteng e.

Yuksekdag krîza siyasî, aborî û civakî ya li Tirkiyeyê bi bîr xist û anî ziman ku çavkaniya herî girîng a vê krîzê, tecrîda li Îmraliyê û neçareserkirina pirsgirêka kurd e û wiha got: “Heta ku tecrîda giran a li Îmraliyê dewam bike û îradeya çareseriyê dîlgirtî be, aşkera ye ku meseleyên bingehîn ên li Tirkiyeyê çareser nabe. Li gorî vê rastiya bingehîn, tecrîd ne tenê pirsgirêka kurdan e, ya Tirkiyeyê ye.”

Bang li çepgir û sosyalîstan kir

Yuksekdag diyar kir ku ev daxwaz û çalakî ji bo yekitî û hevgirtinê firsendeke mezin e û wiha got: “Gelekî girîng e ku hêzên çep kedkar û sosyalîst di vê pêvajoyê de bi berpirsyariya pêşengiyê rabin, li bajarên rojava xwedî li grevên birçîbûnê û çalakiyên li dijî tecrîdê derkevin û bi rola pêşengiyê rabin.”

Li Strasbourgê serlêdanên piştgiriyê

Li bajarê Strasbourg yê Fransayê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem ûbêdorveger di roja 18’emîn de ye. Serdanên ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya li Strasbourgê dewam dike. Gelek welatiyên ji welatên cuda yên Ewropayê serdana çalakiyê kirin û piştgirî dan berxwedêran.

Dikarî Biecibînî