Kodên dijminatî û kuştina serdema AKP’ê: Kurd û Kurdî

Bişar Durgut / Amed

Hikûmeta AKP’ê li dijî kurdan û kurdî zimanê nefretê diafirîne. Piştî bûyerên kuştina gelek kurdan a ji ber kurdî, niha jî pêşkeşvanê Ulusal Kanalê li ber ekranên televîzyonê heqaret li kurdî kir. Têkildarî mijarê Samî Tan jî bertek nîşan da û got ku ev encama tifaqa AKP-MHP û Ergenekonê ye. Tan li dijî vê pêla faşîzmê, banga hevgirtinê li hêzên demokratîk û gelê kurd kir

Zimanê kurdî piştî zimanên erebî, farisî û tirkî, 4’emîn ziman e ku li Rojhilata Navîn herî zêde tê axaftin. Tevî farisî, di koma zimanên Hînt-Ewropî de ye. Xwedî dewlemendiyeke rengîn û yek ji zimanên herî bi bandor ên cîhanê ye. Lê ji ber zext û polîtîkayên înkarê, kurdî rastî êrîşên mezin hatine. Ji destpêka sedsala 20’emîn bi parçekirina Kurdistanê heta niha, bi awayekî sîstematîk rastî êrîş û polîtîkayên pişaftinê yên dewletên Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê tê.

Bi taybetî jî zexta li ser zimanê kurdî, li Tirkiyeyê sînorên red û înkarê jî derbas kir û heta roja me hat. Polîtîkaya pişaftin û înkarê ya bi gotinên weke  ‘kurd, tirkên çiyayî ne û navê xwe ji dengê berfê yê kar-kurt digirin’ heta salên 90’î berdewam kir. Di salên 90’î de jî dewleta tirk a ku êdî nekarî rê li ber berfirehbûn û pêşketina zimanê kurdî bigire, bi kodên ‘tirkî biaxive pir biaxive’ polîtîkaya pişaftinê û zexta li ser zimanê kurdî weke polîtîkayeke qirkirina çandî meşand.

Pêla faşîzmê bilind kirin

Bi desthilatdariya AKP’ê re, zexta li ser zimanê kurdî kêm nebû. Hikûmeta AKP’ê ku bi dirûşma ‘demokratîkbûnê’ bû desthilatdar lê yek ji hikûmetên ku bi êrîşkariya xwe ya li dijî kurdan û kurdî tê naskirin e. Bi taybetî jî piştî xerakirina pêvajoya çareseriyê ya ku bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocala hatiye destpêkirin, êrîşên li dijî kurdan û kurdî hîn zêdetir bûn. AKP’ê bi kirin û gotinên xwe pêla faşîzmê ya li hemberî kurdî û kurdan roj bi roj xurttir kir.

Bi destê qeyûman êrîşî kurdî kirin

Desthilatdariya AKP’ê di 11’ê îlona sala 2016’an ve qeyûm tayînî zêdetirî 100 şaredariyên DBP’ê kirin. Wek karê destpêkê jî qeyûman, sazî û komeleyên xebatên ziman û çanda kurdî dimeşandin girtin. Peykerên kesayetên kurd ên ku bi xebatên zimanê kurdî dihatin naskirin ên weke Ehmedê Xanî hatin rûxandin, navên herêm, kolan, tax, park û hwd. ên bi kurdî hatin guherandin. Her wiha di serî de rojnameya Azadiya Welat, rojname, ajans, kovar û kanalên televîzyonan ên ku bi zimanê kurdî weşan dikirin, hatin girtin.

AKP’ê Enstîtuya Zimanê Kurdî girt

Yek ji berhemên êrîşkariya hikûmeta AKP’ê ya li dijî zimanê kurdî jî, girtina Enstîtuya Zimanê Kurdî ya Stenbolê bû. Enstîtuya Zimanê Kurdî ya Stenbolê ku ji sala 1992’yan de hatibû avakirin û di demên herî zehmet de nehat girtin û xebatên xwe domandin, di 30’yê kanûna sala 2016’an de ji hêla hikûmeta AKP’ê ve hate girtin.

Encama afirandina zimanê nefretê

Polîtîkaya înkar û nefretê ya li dijî ziman û çanda kurdî, bi taybetî jî di van salên dawî de derketiye lûtkeyê. Ev polîtîka di serî de ji hêla rayedarên dewletê ve û piştre jî bi destê dezgehên çapemeniyê bi awayeke aktîf hate meşandin. Bandora vê polîtîkayê jî roj bi roj bi êrîş û cînayetên ji ber ‘kurdbûn û axaftina bi kurdî’ xwe nîşan dide. Çend cînayetên encama vê polîtîkayê wiha ne: “Ciwanê kurd Gazî Akbayi di 15’ê kanûna sala 2011’an de dema li navçeya Alîaga ya Îzmîrê di kafeyekê de strana kurdî xwest, hate kuştin. Di 3’yê îlona sala 2014’an de li navçeya Kaş a Antalyayê ciwanê kurd Mahîr Çetîn ji ber ku bi kurdî axivî, ji hêla komeke nijadperest ve hate kuştin. Di 6’ê îlona sala 2015’an de ciwanê kurd Sedad Akbaş li Kagithaneya Stenbolê bi hinceta ku di telefonê de bi kurdî axiviye, hate kuştin. Herî dawî jî welatiyê bi navê Mûrat Sakçi yê 46 salî û kurê wî Burhan Sakçi yê 16 salî, li Sakaryayê ji ber ku kurdbûn û bi kurdî axivîn, rastî êrîşê hatin û bav Sakçi hate kuştin û kurê wî jî bi giranî birîndar bû.”

Peyama Tanrikulu

Dijberî û êrîşkariya li dijî kurdan û kurdî li ser ekranên televîzyonê jî bi awayekî aşkera tê kirin. Yek ji mînakên vê jî şevtira din derket holê. Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu di şeva sersala nû (31 kanûn) de li ser hesabê xwe yê twîtterê peyameke pîrozbahiyê weşand. Di peyama xwe de Tanrikulu wiha got: “Hêvîdar im ku sala 2019’an bibe sala dad, azadî, aştî û biratiyê. Sersala hemû gelê me û hemû gelên cîhanê pîroz be!”

Heqater li kurdî kir!

Peyama Tanrikulu di bernameya ‘Televîzyon Gazetesî’ ya di televîzyona Ulusal Kanal’ê de ji hêla pêşkeşvan Halîl Nabîler ve hat xwendin. Nabîler ku peyama Tanrikulu li ser ekranê nîşan da, gotinên biçûkxistinê yên weke ‘kurê min tu ji kurdî fam dikî?’ , ‘Xwedê dizane mêrik çi dibêje’, ‘Wilan ez dixwînim xwedî wateyeke xerab nebe’ û ‘Dayik û bavê min derdê vî jî ev e’ bi kar anîn.

Sezgîn Tanrikulu jî li ser hesabê xwe yê twîtterê vîdeoya Nabîler parve kir û wiha bertek nîşan da: “Di esasê xwe de ya ku Tirkiyeyê parçe dike û ev zimanê biçûkxistina zimanê kurdî ye ku zimanê hemwelatiyên komarê ye.”

Tan: Di mijara kurdan û kurdî de yek in

Têkildarî êrîşên li dijî kurdan û zimanê kurdî, yek ji pisporên zimanê kurdî zimanzan Samî Tan ji e-rojnameyê re axivî. Tan destnîşan kir ku hêzên desthilatdar ên Tirkiyeyê ku çi kemalîst, laîsîst an jî oldar, di înkar û redkirina statuya kurdan de bi taybetî jî di hêla ziman û çanda kurdan de hevgirtî ne. Tan diyar kir ku jixwe hevgirtina AKP, Ergenekon û MHP’ê vê rastiyê nîşan dide û wiha domand: “Bi taybetî jî piştî ku rejîma OHAL’ê hate îlankirin, hema bêje hemû saziyên kurdan ên der barê ziman û çandê de xebatê dikin, hatin girtin. Saziya me ya Enstîtuya Zimanê Kurdî ya Stenbolê ku ji sala 1992’yan vir ve xebatên xwe dikirin û di rewşên herî giran de jî ev xebat domandin, di vê demê de hate girtin. Deriyên wê hatin qilifkirin û tiştên di hundirê wê de hatin desteserkirin. Di ser de jî li rêveberên wê doz an jî lêpirsîn hate vekirin.”

Hevgirtina li dijî zimanê kurdî

Tan daxuyand ku ev kiryar nîşan dide ku derdorên desthilatdar ên Tirkiyeyê, çi laîsîst, çi kemalîst an jî çi oldar, di mijara nenaskirina doz û mafên kurdan de, hevgirtî ne. Tan bi lêv kir ku li hemberî vê jî hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê û kurd divê mil bidin hev da ku rewşeke demokratîk û aram li Tirkiyeyê pêk bînin.

‘Derdorên faşîst û şovenîst niha desthilat in’

Di berdewamê de jî Tan bal kişand ser heqareta pêşkêşvanê Ulusal Kanalê û wiha derbirî: “Ew helwesta ku ji hêla spîkerê Ulusal Kanalê ve hatiye nîşandan, di rastiyê de nîşaneya helwesta hemû derdorên faşîst û şovenîst e ku ew niha bi awayekî îdeolojîk li Tirkiyeyê li ser kar in. Di demên berê de bandora îdeolojiya wan qelstir bûbû. Lê îro ev îdeolojî xurttir bûye ji ber ku desthilatdarî di destê wan de ye. Her çiqas em bibêjin di xuyankê de AKP weke li ser desthilatdariyê xuya bike jî, lê hevkariya wan a bi Ergenekon û derdorên MHP’ê re ango bi bloka faşîst re, nîşaneya wê yekê ye ku ev Tirkiyeyê bi hev re bi rê ve dibin. Û ev zîhniyet jî li ser înkar û dijminatiya gelên cuda, çandên cuda, zimanên cuda ava bûye. Ev yek jî vê yekê nîşan dide.”

Bersiva li hemberî vê êrîşkariyê da

Tan got ku wek Tanrikulu jî gotiye;  helwesta pêşkêşvanî Tirkiyeyê parçe dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ew helwest gelan li hemberî hev sor dike. Ango bingeha pêkvejiyanê ji holê radike. Ji ber vê yekê ew helwesta nijadperest xeternake divê li hemberî vê bi hevgirtina gelan, biratiya gelan, biratiya çandan û zimanan derkeve pêş. Her wiha divê kurd jî ji bo statuya zimanê xwe xebatekê bikin, têbikoşin. Bersiva vê yekê dikare bi vî rengî bê dayîn. Wekî din jî rêyeke din tune ye.”

Dikarî Biecibînî