Dayika Leyla Guven jiyana xwe ji dest da

NAVENDA NÛÇEYAN

Dayika hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Cevriye Guven jiyana xwe ji dest da

Dayika hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemergê Leyla Guven ku 58 roj in ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye Cevriye Guven jiyana xwe ji dest da. Keça Guven Sabîha Temîzkan li ser hesabê xwe yê twîtterê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ragihand ku dapîra wê Cevriye Guven jiyana xwe ji dest daye. Temîzkan her wiha destnîşan kir ku Guven xebera mirina bavê xwe jî li girtîgehê bihîstiye.

Tweeta Temîzkan a têkildarî mijarê wiha ye: “Dapîra min #dayika Leyla Guven Cevriye Guven jiyana xwe ji dest da. Dayika min êşa mirina bavê xwe jî li girtîgehê kişandibû. Wî neveşartibû. Ji ber ku bi awayekî bêhiqûqî girtî ye dê cara dawîn xatirê xwe ji dayika xwe jî nexwaze!”

Cenazeyê dayika Guven dê li navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê bê veşartin. Ji bo ku Guven beşdarî merasîma cenaze bibe dê parêzerên wê biçin girtîgehê, mirina dayika wê jê re ragihînin û ji rêveberiya girtîgehê destûr bixwazin.