YSK’ê lîsteya hilbijêran daliqand

YSK’ê piştî aşkerakirina lîsteyên partiyên ku dikarin beşdarî hilbijartinê bibin, ji bo ku hilbijêr karibin navnîşanên xwe biguherînin lîsteya hilbijêran li taxa û gundan daliqand

Pêvajoya Hilbijartina Herêmî ya 31’ê Adarê di 1’ê çileyê hat destpêkirin û di vê çarçoveyê de Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) destpêkê lîsteya partiyên ku dikarin beşdarî hilbijartinê bibin aşkera kiribû. Piştî vê yekê YSK’ê îro jî lîsteya hilbijêran li tax û gundan daliqand. Dê lîste ji îro heta 17’ê çileyê daliqandî bimînin.

Li gorî vê yekê dê hilbijêrên ku bixwazin navnîşana xwe biguherînin heta 17’ê çileyê divê serî li midûriyetên nifûsê yên navçeyan bidin. Kesên ku serlêdan bikin divê bi daxwaznameya guhertina navnîşana xwe re fatureyên ceyran, av, telefon, peymana abonetiya gaza xwezayî yan jî fatura û peymana kirê ya ku li noterê hatiye tastîkkirin bi xwe re bibin nifûsê.

Piştî erêkirina li midûriyeta nifûsê divê hilbijêr bi forma erêkirina guhertina navnîşana mala xwe, belgeyên xwe radestî serokatiya lijneya hilbijartinê ya navçeyan bike. AMED