700 sivîl ji çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin

Şervanên HSD’ê bi sedan sivîl ji herêmên Hecînê yên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de rizgar kirin û ber bi cihên ewle ve rêkirin

Qonaxa dawîn a Şerê Tunekirina Terorê ya girêdayî Pêngava Bagera Cizîrê, bi hemû hêza xwe didome. Bi pêşveçûna şervanên HSD’ê re gelek cih ji çeteyan tên paqijkirin û her wiha bi hezaran sivîl jî ji zilma çeteyên DAIŞ’ê tên rizgarkirin.

Çavkaniyeke leşkerî  ragihand ku hêzên HSD’ê duh di seatên êvarê de ji herêmên Hecînê 700 sivîl ku gelek ji wan jin û zarok in ji herêmên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de ne, rizgar kirine. Her wiha çavkaniyê diyar kir ku şervanan hemû pêdiviyên sivîlan bi cih anîne û ew birine cihên bi ewle. DÊRAZOR