Bavê Ahmet Şik jiyana xwe ji dest da

Bavê parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Ahmet Şik, Huseyîn Şik jiyana xwe ji dest da

Bavê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê Ahmet Şik, Huseyîn Şik di 81 saliya xwe de li nexweşxaneya Antalyayê ku lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.

Hat zanîn ku cenazeyê Şik dê piştî nimêja înê, li Goristana Sarisu ya Konyaalti ya Antalyayê bê veşartin.  ANTALYA