Cenazeyê dayika Leyla Guven hat definkirin

Cenazeyê dayika Leyla Guven Cevriye Guven bi merasîmeke girseyî hat definkirin

Dayika hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven a 58 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye Cevriye Guven vê sibehê jiyana xwe ji dest da. Cevriye Guven a 94 salî ji ber temenê xwe li mala xwe ya li Konyayê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Cevriye Guven, li taxa Yapali ya Navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê bi tevlebûna wekîla Koma HDP’ê Fatma Kurtulan, wekîlen HDP’ê û gelek siyasetmedarên kurd, heman rojê hat definkirin.

Piştî definkirina cenaze, Fatma Kurtulan axaftineke kurt kir. Kurtulan diyar kir ku berê jî dema Leyla Guven hat girtin, li girtîgehê bavê wê jiyana xwe ji dest da û niha jî li girtîgehê dayika wê jiyana xwe ji dest û wiha got: “Hevala me Leyla ne di nav me de ye. Dayika Cevriye dayika hemû hevalên me yên girtî ye. Ji bo hemû hevalên me yên girtî bû hêvî. Her dem bi heviya girtî dê bên berdan jiya. Lê mixabin bêyî ku hêviya wê pêk bê û bêyî girtî bên berdan jiyana xwe ji dest da. Leyla îro ji bo hemû civakê bedena xwe daye ber mirinê. Divê bi lez daxwaza Leyla Guven pêk bê.”

Her wiha piştî axaftinê girse derbasî mala şînê bû û dê malbat 3 rojan serdanên sersaxiyê qebûl bike. KONYA