Li ser tevna civakî kampanyaya hashtagê tê destpêkirin

Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ket roja 59’an. Kurdistaniyên li Ewropayê ji bo piştgiriya bi grevên birçîbûnê re dê sibê li ser tevna civakî dest bi kampanyayeke mezin bikin

Ji bo piştgiriya bi grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şert û mercên wî yên ewlehî, tenduristî û azadiya wî dê li ser twîtterê kampanyayeke mezin were desptêkirin.

Kampanyaya Hashtagê dê sibê bi saeta Ewropayê 19:00’an li ser twîtterê destpê bike û hedefa kampanyayê ragihandina grevên birçîbûnê ji bo hemû cîhanê ye.

Daxuyanî bi zimanê îngilîzî, kurdî û tirkî hate amadekirin û ev bang hate kirin: “Greva birçîbûnê ya Leyla Guven ketiye qonaxeke kritîk. Ji bo pêkanîna daxwazên Leyla Guven û hemû çalakgerên greva birçîbûnê bi armanca ku CPT û Konseya Ewropa bikevin dewrê û erka xwe pêk bînin, 6’ê çileyê li ser tevna civakî em ê kampanyayê bidin destpêkirin.”

Kampanyaya Hashtagê dê li ser hesabê @hungerstrikes were destpêkirin.

Her wiha rewşa çalakgerên di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de gelek krîtîk e. Çalakiya Leyla Guven di roja 59’an,  li Hewlêrê di roja 46’an û ya li bajarê Fransa Strasboûrg û li Galler a Brîtanyayê jî di roja 20’an de didome. Li aliyê din li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger ên girtiyan jî di roja 21’an de didomin. STRASBOÛRG