300 girtî dest bi grevê dikin

Kadrî Esen / Amed

Serokê Komelaya Piştevaniya Malbatên Girtiyan a Amedê Menaf Kara diyar kir ku çalakiyên grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger zêde dibin. Kara got li 26 girtîgehan bi giştî 109 girtî di çalakiyê de ne û dê 300 girtiyên din jî dest bi grevê bikin

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27’ê tîrmeha 2011’an ve didome û hevdîtina wî ya bi parêzeran re bi hincetên vala tê astengkirin. Li gel ku di navbera 3’yê çileya 2013’an û 5’ê nîsana 2015’an de ji ber pêvajoya çareseriyê destûr hat dayîn ku heyetên siyasî biçin Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinê bikin jî, bi tu awayî nehiştin parêzer hevdîtinan bikin.

Piştî ku di 5’ê nîsana 2015’an de hevdîtinên heyetên siyasî jî bi dawî bûn, pêvajoya çareseriyê ji aliyê dewletê ve ji holê hate rakirin û di 15’ê tîrmehê de li Tirkiyeyê hewldana derbeya leşkerî pêk hat. Ji ber vê derbeyê gumanên li ser jiyana Ocalan zêde bûn û ji bo gahîgirtina rewşa Ocalan di 5’ê îlonê de bi beşdarbûna 57 kesan li Amedê çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin.

Destûr nayê dayîn

Di 11’ê îlona 2016’an de Mehmet Ocalan çû Girava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin pêk anî. Piştî vê hevdîtinê çalakiya greva birçîbûna ya ku li Amedê hatibû destpêkirin, piştî 7 rojan di 12’ê îlonê de bi dawî bû. Ji wê rojê ve nahêlin malbat jî bi Ocalan re hevdîtinê bike.

Ji ber vê helwesta dewletê ya li hemberî Ocalan, hevseroka KCD’ê û parlamentera Colemergê ya HDP’ê Leyla Guven di 8’ê mijdarê de bi daxwaza tecrîda li ser Ocalan rabe, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Ji bo piştgiriya bi çalakiya Guven re, girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê jî di 27’ê mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin. Çalakî her 10 rojan carekê ji hêla komeke cuda ve tê dewrgirtin.

Girtiyên ji heman dozê, di 16’ê kanûnê de jî li 5 girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi tevlêbûna 30 kesan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Ev çalakî her ku diçe belavtir dibe. Têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê, serokê Komelaya Piştevaniya Malbatên Girtiyan a Amedê Menaf Kara ji e-rojnameyê re axivî.

Dê heta encamê bidomin

Menaf Kara da zanîn ku li 26 girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, bi giştî 109 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Kara destnîşan kir ku ji bilî grevên birçîbûnê yên bêdem û bedorveger, li hemû girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a ku 10 rojan careke komeke cuda dewr digire, hene.

Di berdewamê de jî Kara anî ziman ku dê îro li gelek girtîgehan 300 girtî dest bi grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger bikin û ev agahî dan: “Ger ku hikûmet gav neavêje, heta ku encam tê bidestxistin dê çalakî bidomin û dê derkevin asta herî jor. Ne tenê li girtîgehên bakurê Kurdistanê, li başurê Kurdistanê û Ewropayê jî dê ev çalakî zêde bibin. Li gelek girtîgehan girtiyên di çalakiyê de ji aliyê gardiyanan ve tên derbkirin. Li gelek girtîgehan jî dermanên vîtamînê yên ku divê girtî bi kar bînin nadin wan. Dîsa hevdîtinên malbat û parêzeran ên girtiyên di çalakiyê de têne astengkirin û qedexekirin.”

Daxwazê dikin rojev

Kara bal kişand ser zext û pêkutiyên li girtîgehên Xarpêt û Patnosê û wiha bi dawî kir: “Li girtîgeha Xarpêt û Patnosê li ser girtiyên di çalakiyê de gelek zext hene. Destûr nayê dayîn ku parêzer bi girtiyan re hevdîtinê bikin. Ji bo şopandina vê rewşê Baroya Amedê, Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û komeleya me komek ava kir ji bo biçin girtîgeha Xarpêtê. Ji bo ku zexta li ser girtiyan bibe rojev û daxwazên wan bên bihîstin, em bi gelek aliyan re hevdîtinan dikin. Di vê çarçoveyê de em amadekariyan dikin ku bi CHP’ê re hevdîtinan bikin.”

Dikarî Biecibînî