Leyla Guven dê beşdarî şîna dayika xwe nebe

Hat zanîn ku dê Leyla Guven a 59 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, ji ber rewşa tenduristiya xwe ya giran dê beşdarî şîna dayika xwe ya li Konyayê nebe

Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 59 roj in li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Duh dayika Guven, Cevriye Guven koça dawî kiribû. Parêzeran ji bo miwekîla wan Guven bikaribe beşdarî şîna dayika xwe bibe serlêdan kiribûn. Hat ragihandin ku Guven gotiye ew ji ber rewşa tenduristiya xwe ya giran nikare beşdarî şînê bibe.

Her çiqas destûra Guven a ji bo şînê hatibe dayîn jî lê destûra birina wê ya bi balafirê nehatiye dayîn û hatiye xwestin bi maşîneya rîngê wê bibin Konyayê. Li ser vê yekê Guven bi rêya parêzerên xwe ragihand ku ew ji ber tenduristiya xwe nikare bi maşîneya rîngê biçe û çûyîna xwe betal kiriye. AMED