Li Pirsûsê qeza; 2 kes jiyana xwe ji dest da

Li Pirsûsê qezaya trafîkê pêk hat. Di qezayê de 2 welatiyan jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Pirsûs a Rihayê servîsa xwendekaran û ya karkeran li hev qelibîn. Li gorî agahiyên destpêkê, di qezayê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 14 kes jî birîndar bûn.

Piştî qezayê gelek ambulans çûn cihê bûyerê û mudexeleyî birîndaran kirin. Welatiyên jiyana xwe ji dest dan û birîndar rakirin nexweşxaneyê. RIHA