Tifaqa kurdistanî hat ragihandin

Partiyên kurd bi civîneke hevpar tifaqa hilbijartina herêmî ya kurdistanî ragihandin. Di civînê de hat gotin ku divê ev tifaqa hilbijartinê bibe boneya pêkhatina yekitiya neteweyî ya kurd

Partiyên kurd ji bo hilbijartinên herêmî tifaq kirin û biryar dan ku dê di bin sîwana HDP’ê de tev li hilbijartinê bibin. Biryara tifaqa partiyên kurd li Amedê bi civîneke hevpar hat aşkerakirin.

Di destpêka civîna çapemeniyê de hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan axivî. Bûldan diyar kir ku ji bo aşkerakirina tifaqeke li ser paşeroja demokratîk û azad a gelê kurd ew li hev civiyane û destnîşan kir ku bi tifaqa ku îro aşkera dikin re ji bo yekitiya neteweyî ya gelê kurd ew gaveke girîng diavêjin û wiha got: “Ev yek asteke girîng û hêja ye. Hêvî û bendewariya gelê me ji me ev e. Gelekî girîng e ku ev tifaq tenê di hilbijartinê de nebe û rê li ber yekitiya neteweyî veke. Gelê me daxwaza yekitiyê ji me dike. Ji Qazî Mihemed heta Mele Mistefa Barzanî, ji Mazlûm Dogan heta Vedat Aydin, ev yek deynê me ye. Erk û berpirsyariya me ye ku em xwedî li vê mîrateyê derkevin. Ji ber vê yekê em îro li vir in û bi hev re ne.”

Tifaqa hilbijartinê ya kurdistanî

Piştre Bûldan metna hevpar a partiyên kurd aşkera kir. Di daxuyaniya hevpar de ev tişt hat gotin: “Hilbijartinên herêmî ji ber ku hîmên bingehîn ên demokrasî û desthilatdariya herêmî ne, ji bo me kurdan jixwe girîng in. Hilbijartinên herêmî yên 31’ê adara 2019’an jî ji ber sedemên li jêrê hatine destnîşankirin, hîn girîngtir in.

1- Bi bicihbûna sîstema serokatiyê re meclis tevizî, lewma rêveberiyên herêmî hîn bêhtir girîng bûn.

2- Partiyên sîstemê yên yekparêz, bi desthilatdarî û muxalefeta xwe, operasyoneke xapandinê li dijî gelê me dikin, hewl didin baweriya mirovan bişikînin ku bêjin ‘deng bidim an jî nedim ferq nake, ji xwe wê qeyûm tayîn bikin’, bi vî rengî gel ji siyaset û sindoqê vegirin û bi van polîtîkayan êrîşî siyaseta kurd û gelê me dikin.

3- MHP û lîderê wê Bahçelî ji bo kurdan got ‘ger di hilbijartinên herêmî de li cihên qeyûm hatine bicihkirin ji nû ve bi dest bixin, dê hin daxwaz zêdetir bibin. Ev yek jî dê Tirkiyeyê ber bi aliyekî cuda ve bibe. Ji bo pêşî li vê were girtin, em eşîran bixin dewrê’. Bi vê nêzîkatiyê re di polîtîkaya windakirina kurdan de israr dikin.

4- Desthilatdariya AKP’ê ku bi sîstema serokatiyê re veguheriye rejîma yekkesî, ji ber ku dikare bi îradeya gelan di hilbijartinên rewa û demokratîk de ji holê bê rakirin, tifaqa hilbijartinên herêmî ya berfireh a kurdistanî xwe ferz dike.

Gelê me yê hêja; tifaqa me vê yekê ji raya giştî ya Kurdistan-Tirkiyeyê û cîhanê re radigihîne;

a- Partî û tevgerên me yên mohra xwe li bin vê metnê dan, radigihînin ku di hilbijartinên herêmî de Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanî ava kirine û di bin sîwana HDP’ê de tev li hilbijartinê dibin.

b- Li dijî formula ‘Bi kurdan bide windakirin, winda bike’ ya Tifaqa Cûmhûr ku di desteserkirina îradeya gelê me de israr dike, Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanî dê bi formula ‘Bila gelê me bi ser bikeve, bila tifaqa me bi ser bikeve, bila kurd bi ser bikevin’ tevbigerin û hewl bidin di hilbijartinên herêmî de encameke xurtir bi dest bixin.

c- Bi Tifaqa Hilbijartinê ya Herêmî ya Kurdistanî re ji bo tevkarî li zindîbûna siyaseta demokratîk a sivîl a li Kurdistanê bê kirin, em ê hîn bêhtir bixebitin. Ya herî girîng jî li dijî êrîşên li ser destketî û nirxên neteweyî yên gelê me, em ê bi hev re li ser bingeha demokratîk û sivîl li ber xwe bidin.

d- Bi Tifaqa Hilbijartinên Herêmî re em dixwazin di nav partî û tevgerên xwe de, bi taybetî jî di nav gelê xwe de çanda hevkariya demokratîk a neteweyî xurt bikin û feraseta ‘Partiyên kurd nikarin di nav xwe de tifaqê bikin’, di çarçoveya daxwazên gelê xwe de bi Hilbijartinên Herêmî jî be, ji bo vê gavê ji holê rakin. Tifaqa Cûmhûr (AKP-MHP) ji bo berjewendiyên partiyê dibêjin, ‘nabe ku em ji hev bixeyidin, lewma em tifaqê çêdikin’ û bi vî rengî li hev dikin. Di rewşeke wiha de em jî partî û tevgerên kurd, taybetmendiyên xwe yên cuda datînin aliyekî û ji bo Hilbijartinên Herêmî di xalên hevpar de tifaqê dikin.

e- Xala herî girîng a hevpar jî ew e ku di serî de perwerde û hîndekariya bi zimanê dayikê, daxwazên demokratîk ên gelê xwe li şaredariyan bi sekneke neteweyî demokratîk nîşan bidin; li qadên herêmî xizmetê ji gelê xwe re bikin.

f- Em daxwaza partiyên me yên din ên kurdistanî yên dixwazin bi rengekî cihê tev li hilbijartinên xwecihî bibin weke mafekî demokratîk dibînin û hurmetê nîşanî îradeya wan didin. Heta kêliya dawî em ê hewl bidin bi partiyên xwe yên din re jî tifaqê bikin û banga xwe ya di vî warî de didomînin.

g- Em dixwazin bêjin, avabûna tifaqa hilbijartinên herêmî ya HDP’ê li Tirkiyeyê bi hêzên demokrasiyê yên berfireh re, gelekî girîng dibînin.

Bi rêzdarî ji raya giştî re radigihînin.

Kurdistan Îslamî Hareketî (AZADÎ) – Tevgera Îslamî ya Kurdistanê

Demokratîk Bolgeler Partîsî (DBP) – Partiya Herêman a Demokratîk

Devrîmcî Demokratîk Kurt Dernegî (DDKD) – Komeleya Kurd a Demokratîk Şoreşger

Halkların Demokratîk Partîsî (HDP) – Partiya Demokratîk a Gelan

Însan ve Ozgurluk Partîsî (PÎA) – Partiya Azadî û Mirovan

Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP)

Platforma Demokrat a Kurdistanê (PDK)

Partiya Demokrat a Kurdistanê -Turkiye PDK-T.” AMED 

Dikarî Biecibînî