Platforma Şopandina Girtîgehan ava bû

Baroya Amedê, ÎHD, OHD, Odeya Bijîşkan û TIHV’ê, ji bo şopandina girtiyên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan ketina greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger platforma şopandinê ava kirin

Komîsyona Girtîgehan a Baroya Amedê, Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Komîsyona Mafên Mirovan a Odeya Bijîşkên Amedê (DTO) û Nûnertiya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) bi armanca rewşa girtiyên di grevên birçîbûnê û pêkanînên li girtîgehan bişopînin platform ava kirin. Der barê mijarê de li avahiya Navenda Perwerdeyê ya Baroyê daxuyaniyek hat dayîn.

Endamê Desteya Rêveber a OHD’ê Berdan Acûn daxuyanî da û wiha axivî: “Binpêkirinên mafan ên bi salan e li girtîgehên Tirkiyeyê dewam dikin, di hin demên krîzan de ev binpêkirin zêdetir dibin. Di salên dawî de gelek girtîgeh hatin avakirin. Ji ber pergala bêhiqûqiyê girtîgeh tije bûne û kapasiyetên xwe derbas kirin.  Ji ber ku mekanîzmayên hiqûqî nayên bicihanîn, girtî serî li rêbazên çalakiyên cuda didin. Yek ji van rêbazan jî bêguman çalakiyên ‘greva birçîbûnê ne.’

Dê raporan amade bikin

Acûn diyar kir ku Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 61 roj e di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye û ev tişt anî ziman: “Di 5’ê çileya 2019’an de koma 3’yemîn jî li girtîgehan ket greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Li gorî agahiyên heya niha gihîştine berdestên me û serlêdanên ji bo me hatin kirin, hejmara çalakgerên di greva birçîbûnê de gihîştiye 130 kesan. Ji bo weke berê di girtîgehan de mirin çênebin, em di serî de li hikûmetê, wezaretên berpirs û hemû kesên bi hestiyar bang dikin ku bi hestiyar tevbigerin. Ji bo ku em pêkanînên di girtîgehan de bişopînin, me biryara avakirina platformekê da. Ev platform, dê li girtîgehan çalakiyên grevên birçîbûnê bişopîne, bike rapor û di demên cuda de dê vê raporê bi raya giştî re parve bike. Dîsa dê serî li sazî û dezgehên berpirs bide. Beriya ku grevên birçîbûnê bi awayekî neyînî bi encam bibin, em bang li wezareta dadê dikin ku ji bo çareseriyê hewl bidin.” AMED