Leyla Guven: Tecrîd sûcê mirovî ye

Leyla Guven têkildarî çalakiya xwe diyar kir ku ew ji ber çalakiya ku li dijî tecrîdê daye destpêkirin, ji aliyê derûnî ve ruhê wê tijî û zindî ye. Her wiha Guven da zanîn ku tecrîd sûcê mirovî ye û divê her kesên ku dibêje ez mirov im li dijî vê yekê tev li berxwedanê bibe

Hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji 7’ê Mijdara 2018’an û vir ve ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye.

Guven ku zêdeyî 2 meh in di grevê de ye û derbasî asta krîtîk bûye, bersiv da pirsên Medya Haber TV û Servîsa Jinê.

‘Ji her demê bêhtir dilê min aram e’

Guven di destpêka axaftina xwe de bi bîr xist ku di herikîna dîrokê de lêgerînerên rastiyê dema ku bi rê diketin, destpêkê nefsa xwe kontrol dikirin û wiha got: “Derwêşên ku li cewhera hebûna jiyanê digerin, daxwazên xwe yên fizîkî perwerde dikin, kontrol dikin. Ev kevneşopiya dîrokî di dîroka me ya nêz de bi rastiya rojiya mirinê ya mezin xwe bi zelalî nîşan da. Berxwedana li zindana Amedê bi vê kûrbûn û dewlemendiya ruhî bi ser ket. Bi dîtina min berxwedana 14’ê Tîrmehê mînakeke bêhempa ye. Bidestxistina wî ruhî, jiyana bi wî ruhî ne karekî hêsan e.

Ger ez rewşa xwe ya şexsî ji aliyê derûnî ve vebêjim, dikarim bêjim ku ruhê min tijî û zindî ye. Ji her demê bêhtir dilê min aram e. Di demên wiha de pêwîstiya her kesî pê heye ku ruhê xwe mezin û aram bike. Bi navê xwe dibêjim; ji ber ku hewldanên min ên ji bo yekkirina fikir û kiryaran zêde bûye, xwe bi şens dibînim. Ya ku ruhê mirovan mezin dike, dilsozî û baweriya bi armancê ve ye.”

Li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin

Di dewama axaftina xwe de Guven da zanîn ku ji bo afirandina jiyana demokratîk û azad peywira her kesî ye ku bixebite û wiha domand: “Bêdengî tê wateya hevkarî û nîşaneya lawaziyê. Tecrîdkirina birêz Ocalan sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Birêz Ocalan kesekî polîtîk e. Nasname û îradeya siyasî ya gelê kurd e. Nabe ku dinya vê yekê ji nedîtî ve bê. Ger ez vê yekê dibînim û pê dizanim, wê çaxê her kes dibîne û dizane. Ji ber vê yekê li ber xwe didim. Divê her kes tavilê li ber tecrîdê rabe. Pêwîst e em dengê xwe bi têkoşîna xwe bilind bikin.”

Her wiha Guven destnîşan kir ku tecrîd sûcê mirovî ye û bangorê li her kesî dike û got ku her kesê xwe mirov dibîne divê tev li nav têkoşîna mafdar û rewa ya gelê kurd bibe û destekê bide. BRUKSEL

Dikarî Biecibînî