Guven 6 roj in nikare derkeve hevdîtinê

Rewşa tenduristiyê ya Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan ev 63 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, her ku diçe xerabtir dibe. Parêzerên Guven da zanîn ku miwekîla wan 6 roj in nikare derkeve hevdîtinê

Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku di 7’ê mijdara sala 2018’an de li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Çalakiya Guven di roja 63’yemîn de didome. Piştî Guven dest bi çalakiya grevê kir, li gelek girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî zêdetirî 156 girtiyên siyasî dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.

Leyla Guven di gelek peyamên xwe de destnîşan kir heta ku tecrîda li ser Ocalan radibe dê çalakiya xwe berdewam bike. Li hêla din jî rewşa tenduristiyê ya Guven ketiye asta krîtîk. Hat zanîn ku ev 6 roj in nikare derkeve hevdîtina bi parêzerên xwe re. Li gorî agahiyên ji parêzerên Guven, beriya 4’ê çileyê bi hevkariya hevalên xwe yên odeyê dikaribû bihata salona hevdîtinê. Parêzeran anî ziman ku her roj diçin girtîgehê û dixwazin bi Guven re hevdîtinê bikin lê ji ber teqeta Guven nemaye nikare derkeve hevdîtinê.

Herî dawî bi keça xwe re hevdîtin kir

Guven herî dawî jî di 7’ê çileyê de bi alîkariya hevalên xwe bi keça xwe Sabîha Temîzkan re hevdîtin kiribû. Temîzkan diyar kir ku li gorî hevdîtina berê dayika wê bêtir bêhal û westiyayî bû û got ku dayika wê bi hevkariya hevalên xwe li ser pêyan dimîne. AMED