Tecrîd dê li 100 navendan bê nîşaqkirin

Komîteya Amadekar berî mîtînga 19’ê çileyê ya Amedê ya dê bi armanca balkişandina ser çalakiya grevên birçîbûnê bê lidarxistin, dê sibê civîna çapemeniyê pêk bîne. Hat diyarkirin ku dê di 11’ê çileyê de li 100 navendên Amedê civînên gel pêk bên

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku Leyla Guven li dijî tecrîdê daye destpêkirin, di roja 63’yan de dewam dike. Çalakiya bi pêşengiya Guven hat destpêkirin, li gelek girtîgehan belav bû û niha bi sedan girtî di grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger de ne.

HDP jî bi armanca balê bikişîne ser çalakiyên greva birçîbûnê yên Leyla Guven û girtiyên siyasî dê di 19’ê çileyê de li Stenbol û Amedê mîtîngên ‘Demokrasî, Azadî û Edalet’ li dar bixe. Komîteya Amadekar a ji bo mîtînga Amedê hat diyarkirin, dê bi tevlêbûnên pêkhatiyên bajêr sibê saet si 10.00’an de li avahiya HDP’ê ya Amedê civîna çapemeniyê  li dar bixe.

Her wiha HDP di heman demê de, ji bo balê bikişîne tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên li girtîgehan, dê li 100 navendên Amed û navçeyên wê civînên gel li dar bixe. AMED