Jinên kurd ên şoreşger hatin bibîranîn

Navenda Nûçeyan

Siyasetmedarên jin ên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di 6’emîn salvegera qetilkirina wan de bi çalakiyan hatin bibîranîn. Di bîranînan de hat destnîşankirin ku têkoşîna her sê şoreşgerên jin ên kurd dê dilê wan de her tim zindî be

Ji bo bîranîna siyasetmedarên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan ên Leyla Şaylemez ku di 9’ê çileya sala 2013’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin, li Dêrsim, Mêrdîn, Wan, Hatay û Edeneyê bi çalakî û daxuyaniyan hatin bibîranîn. Di çalakiyan de beşdaran destnîşan kir ku her sê şoreşgerên jin ên kurd ji bo azadiya gelê kurd bi rola pêşengiyê rabûn û dê têkoşîna wan rêyan wan ronî bike.

Di vê çarçoveyê de Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo bîranîna her sê şoreşgerên kurd li ser gora Sakîne Cansiz a li Dersîmê merasîma bîranînê li dar xist. Di bîranînê de parlamenterên HDP’ê yên Amedê Semra Guzel û Dersim Dag, ji aktîvîstên TJA’yê Ayşe Gokkan û rêveberên HDP’ê yên Dêrsimê amade bûn. Beşdaran di serî de ji bo kesên hatin qetilkirin deqeyek rêz girt û piştre jî Semra Guzel axivî. Guzel diyar kir ku têkoşîna her sê jinên kurd dê rêya wan ronî bike. Guzel got ku têkoşîna ku Sakîneya pêş xistiye, çiqas vebêjin jî kêm dimîne û wiha dom kir: “Dê her tim di dilê me de zindî bin û têkoşîan wan jî em ê bi pêş bixin.”

Şoreşgerên jinên kurd silav kirin

Guzel diyar kir ku kuştina her sê jinên kurd, cînayeteke siyasî ye û ev nirxandin kir: “Bi planeke navneteweyî pêk hat. Sakîne Cansiz li Zindana Hêjmar 5 a Amedê li dijî zilm û zordariyê li ber xwe dabû. Îro jî li heman zindanê bi pêşengiya Leyla Guven berxwedaneke dîrokî heye. Sakîne bi ruhê xwe yê berxwedêr teslîm nebû. Girêdana xwe ya azadiyê wekî mîrate ji me re hiştin. Ji kesên şopa xwe di dîrokê de hiştine re silav.”

Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan jî got ku armanca komkujiya li Parîs û Silopiyayê têkoşîna azadiyê ya jinan bû. Gokhan komkujî şermezar kir û her sê jinên şoreşger bi bîr anîn. Piştî axaftinan li ser gora Sakîne Cansiz qurnefîl hatin danîn û çira hatin pêxistin.

Xwestin ku komkujî ronî bibe

Di heman demê de bi pêşengiya Meclisa Jinan a HDP’ê ya Edeneyê û HDP’a Hatayê jî çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin. Di bîranînan de gelek kes amade bûn û wêneyên her sê şoreşgerên jinên kurd hatin vekirin. Beşdaran got ku dê têkoşîna her sê şoreşgerên jinên kurd ji bîr nekin û xwestin ku komkujî bê ronîkirin.

Sînevîzyon hatin pêşkeşkirin

Li navçeya Qoser a Mêrdînê û li Wanê jî çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de sê jinên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin û siyasetmedarên jin ên kurd Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar hatin bibîranîn. Di çalakiya Qoserê de der barê jinên kurd de sînevîzyonek hat pêşkeşkirin. Piştre jî axaftvanan got ku ew ruhê berxwedanê ji jinên şoreşger digirin û dê vê berxwedanê bidomînin. Li Wanê jî bi tevlêbûna gelek siyasetmedaran, endam û rêveberên HDP, DBP û TJA ya Wanê merasîma bîranînê hat lidarxistin.

‘Armanca komkujiyan têkoşîna jinan bû’

Di bîranînê de parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan got ku Komkujiya Parîsê di demeke ku pirsgirêka kurd bi rêya çareseriya demokratîk dihat nîqaşkirin pêk hatiye û wiha got: “Komkujî 6 sal berê ji hêla MÎT’ê ve hat kirin. Di dosyayê de tu pêşketin nebûn. Her wiha Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar jî di qedexeyên Sîlopiyayê de hatin kuştin. Komkujiya Parîs û Sîlopiyayê ji hev cuda nînin. Bi van komkujiyan xwestin pirsgirêka kurd çareser nebe û armanca wê têkoşîna jinên kurd bû. Piştî axaftinan, sînevîzyonek hat pêşkeşkirin.

KCD’ê daxuyanî da

Têkildarî mijarê Komîsyona Jinan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî daxuyaniyek weşand. Komîsyonê di serî de her sê jinên şoreşger bi bîr anîn û ev tişt parve kirin: “Sakîne Cansiz yek ji avakara têkoşîna jinên kurd e, bi sekna xwe ya şoreşger li hemberî hovîtiya Zindana Amedê li ber xwe da. Em her sê têkoşerên jin di salvegera şehadeta wan de bi rêzdarî bi bîr tînin. Ev suîqesta ku di pêvajoya muzakereya bi dewlet û hikûmeta tirk re pêk hat de, nêzîkatiya dewlet û dewletan a li hemberî têkoşîna mafdar a gelê kurd raxist ber çavan. Di şexsê Sakîne Cansiz de hemû jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane careke din bi rêzdarî bi bîr tînin û soza domandina têkoşîna wan didin.”

Dikarî Biecibînî