OGÎ’yê roja rojnamegerên xebatkar pîroz kir

Însiyatîfa Rojnamegerên Azad bi daxuyaniyekê 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Xebatkar li rojnamegerên ku di şertên dijwar de dixebitin, pîroz kir

Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (OGÎ) bi daxuyaniyekê 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Xebatkar li hemû rojnamegeran pîroz kir.

Di daxuyaniyê de OGÎ’yê bal kişand ser rewşa Tirkiyeyê ku yektîpiyê li ser civakê tê ferzkirin û diyar kir ku di vê serdemê de hewl tê dayîn rojnamegeran jî wek leşkeran bikin yektîp, dema dengekî cuda derdikeve çavnebarî tê kirin û wiha got: “Di vê pêvajoyê de ku bi dehan rojnameger di girtîgehan de ne zehmet e ku mirov behsa rojnamegerên xebatkar bike. Lê dîsa jî çendek ‘rojnamegerên xebatkar’ ji bo ku raya giştî ji rastiyan agahdar bike, bi hemû kêferata xwe dixebitin.”

Di berdewamê de OGÎ’yê ev tişt anî ziman: “Bêyî ku bibêjin bi şev û roj e, civaka çapemeniyê ku xebata di nav şertên dijwar de ji xwe re kirine prensîb û bê sekn û rawestan dixebitin, em pîroz dikin. Ji bo vê em 10’ê Çile Roja Rojnamegerên Xebatkar li kedkarên çapemeniyê ku bi fedekariyê dixebitin pîroz dikin.”

OGÎ’yê di daxuyaniye xwe de rojnamegerên çapemeniya Azad ku dema karê xwe bê tirs dikin û hatin kuştin, bi bîr anîn û got ku ew bi hurmetdarî û minetdarî hevpîşeyên xwe pîroz dikin.

Di dawiyê de OGÎ’yê bal kişand ser rojnamegerên girtî û xwest rojnamegerên girtî demildest bên berdan. AMED