Bi sedan şêniyên Girê Spî daketin qadan

Bi sedan şêniyên Girê Spî ji bo bîranîna sê jinên kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û ji bo şermezarkirina gefên dewleta tirk ên li dijî herêmê daketin qadan

Ji bo bîranîna her sê jinên kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez k udi 9’ê Çileya 2013’yan de li Parîsa Fransayê ji aliyê MÎT’a tirk ve hatin qetilkrin û şermezarkirina gef û binpêkirinên dewleta tirk ên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi sedan şêniyên Girê Spî meşek li dar xistin.

Girse ji çerxerêya navçeya Silûkê dest bi meşê kir û meş li çerxêrêya Ciwanan veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Hêvîn Îsmaîl li ser navê Kongreya Star axivî û banga şopandina rêya her sê têkoşeran kir û wiha got: “Divê em weke jin şopdarên xeta her sê şoreşgeran bin da ku azad û bi rûmet bijîn.”

Hevserokê Şaredariya Gel a Silûkê Elî El Neda jî di mîtîngê de ev tişt anî ziman: “Armanca gefên Erdogan ewlehî û jiyana hevpar li herêmê têk bibe lê Erdogan bi van gefan nikare pêkhateyên herêmê ji hev bike.”

Her wiha mîtîng bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re, silavkirina berxwedana her sê şoreşgeran û şermezarkirina dewleta tirk bi dawî bû. GIRÊ SPÎ

Dikarî Biecibînî