Heta pêkhatina edaletê dê qadan neterikînin

Navenda Nûçeyan

Xizmên Windayan û Dayikên Şemiyê li Stenbol, Amed, Êlih, Îzmîr û Edeneyê bi dirûşma ‘bila winda bên dîtin û kujerên wan bên darizandin’ çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de Leyla Guven hat silavkirin û hat destnîşankirin ku heta ku edalet pêk tê dê çalakiya xwe berdewam bikin

Ji bo dîtina kujerên xizmên xwe yên ji hêla dewletê ve hatine windakirin û darizandina kujerên wan, Dayikên Şemiyê li Stenbolê û Xizmên Windayan jî li Amed, Êlih, Îzmîr û Edeneyê çalakî li dar xistin. Di çalakiya Dayikên Şemiyê de dayikan aqûbeta Îsmaîl Şahîn pirsin. Di heman demê de li Amed, Êlih,  Îzmîr û Edeneyê jî hat destnîşankirin ku heta ku xizmên wan tên dîtin dê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin.

Di vê çarçoveyê de Dayikên Şemiyê di hefteya 720’emîn de xwestin li Qada Galatasarayê çalakiyê li dar bixin. Lê beriya çalakiyê, qad ji hêla polîsan ve hatibû girtin û dayik neçar man ku li kolana Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiyê li dar bixin. Di çalakiyê de çalakvanan tîşortên ku wêneyên windayan li ser bûn li xwe kirin û qurnefîl girtibûn destê xwe. Di çalakiyê de parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglu û gelek Mirovên Şemiyê jî amade bûn.

Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Îsmaîl Şahîn (36) ku di Şaredariya Beyogluyê de dixebitî û di 18’ê çileya sala 1996’an hatiye binçavkirin û windakirin, hate pirsîn. Çalakvan her wiha wêneyê hevjîna Şahîn ku 4 sal berê jiyana xwe ji dest dabû jî rakirin û qeyda dengê wê guhdar kirin. Daxuyanî ji hêla keça Fehmî Tosûn, Besna Tosûn ve hat xwendin û Tosun wiha got: “Em li şûna Kîraz Şahîn dibêjin Îsmaîl Şahîn li ku derê ye? 21 hefte ne ku Qada Galatasarayê bi awayekî bêhiqûqî li me hatiye girtin. Yên vê bêhiqûqiyê pêk tînin, sûc dikin. Dewlet mecbûr e ku aqûbeta kesên hatin windakirin ronî bike. Em bang li dozger dikin ku ji bo Şahîn lêpirsîna berfireh bidin meşandin. Heya ku heqîqet û edalet pêk tê dê têkoşîna me bidome.”

Hevjîna Fehmî Tosûn, Hakim Tosûn jî Kîraz Şahîn bi bîr anî û got ku ew êşên xwe didin aliyekî û têkoşîna xwe didomînin. Tosun got ku Qada Galatasarayê ji bo wan êdî bûye kêlikeke goran û qada hesabpirsînê.

Li Amedê çalakî

Xizmên Windayan û ÎHD’ê ya Amedê jî di hefteya 518’emîn de bi dirûşma ‘Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin’ li ÎHD’ê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de endam û rêveberên ÎHD’ê, xizmên windayan û aktîvîstên mafên mirovan amade bûn. Di çalakiyê de greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a ku hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, silav kir. Çalakvanan diyar kir ku daxwazên Guven, di heman demê de daxwazên wan e.

Serpêhatiya Omer Oner vegot

Di çalakiyê de sekreterê şaxa ÎHD’ê Yuksel Aslan bal kişand ser rewşa Guven û got ku di asteke krîtîk de ye. Aslan bang kir ku her kes ji bo çalakiyê bi berpirsyariya xwe rabe. Piştre jî hevjîna Omer Oner, Nazîre Baran serpêhatiya hevjînê xwe xwend. Baran ev tişt gotin: “Hevjînê min Omer Oner di 14’ê çileya sala 1994’an de li gundê me Aktepe yê Çinarê tevî hevalên xwe ji bo çêrandina pez ji malê derket. Ji wê rojê ve em tu agahiyan jê nagirin. Me serî li her derê da lê encam derneket. Ji ber vê lêgerîna me jî gelek caran polîsan bi ser mala me de girt. Ji ber vê zextê em hatin Amedê. Tevî ewqas salan jî aqûbeta hevjînê me nediyar e. Lê em ê dev ji vê têkoşînê bernedin. Em dixwazin ku goreke me hebe.”

Ji 2’yê nîsana 1994’an heta niha agahî ji Demîrel nayê girtin

Di hefteya 424’emîn de Xizmên Windayan û ÎHD’ê ya Êlihê jî aqûbeta xizmên xwe pirsîn. Di çalakiyê de parlamenterên HDP’ê yên Êlihê Mehmet Ruştu Tîryakî û Necdet Îpekyuz û endamên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) jî amade bûn. Di çalakiyê de serpêhatiya Mahmut Demîral ku di 2’yê nîsana sala 1994’an de hatiye windakirin ji hêla sekreterê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Fahrettîn Asutay ve hate xwendin. Asûtay got ku Demîrel ajokarê mînîbusa li nava bajar dixebitî bû û dema ku dixebitî hatiye windakirin û destnîşan kir ku tevî hemû serlêdanan jî tu agahî ji Demîrel nehatine girtin.

Di çalakiyê de parlamenter Ruştu Tiryakî jî got ku şahidê herî berbiçav ê pêkanîn dijdemokratîk ên li Tirkiyeyê, korîdorên şaxa ÎHD’ê ne û diyar kir ku rewşa niha ya li vir, vê rastiyê vedibêje. Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan pêk hat û çalakî bi dawî bû.

 

‘Tekane daxwaza min pêlêkirina axê ye’

Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê yên Edene û Îzmîrê jî bi daxuyaniyên cuda bal kişandin ser rewşa girityên nexweş. ÎHD ya Îzmîrê bi dirûşma ‘Bila girtiyên nexweş bên berdan’ li ber avahiya serokwezîriyê ya Konakê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de pankarta ‘Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nemînin!’ hatibû vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de nameya Gîyasettîn Sevmîş ku 12 sal in li Girtîgeha Jimar 4 a Tîpa T ya Şakranê dimîne hate xwendin. Sevmîş di nameyê de qala binpêkirinan dike û dibêje ku daxwaza wî ya herî mezin ew e ku beriya bimire, pê li axê bike.

Hezar û 154 girtiyên nexweş hene

Bi heman boneyê Xizmên Windayan û Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê jî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser rewşa Orhan Alkiş ku li Girtîgeha Tîpa T ya Tarsusê tê girtin û xwestin ku bê berdan. Endamê komîsyona girtîgehan Nejat Okay da zanîn ku 402 jê giran, niha hezar û 154 girtiyên nexweş hene û xwest ku bên berdan.

Dikarî Biecibînî