Girseya xwest bimeşe girtîgehê rastî astengiya polîsan hat

Çalakiya ku Leyla Guven û girtiyên girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî tecrîdê dane destpêkirin didomin. Li Amedê jî girseya ku xwest ji bo balkişandina tecrîd û rewşa Guven, ji avahiya HDP’ê heta Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bimeşin lê girse rastî astengiya polîsan hat

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, ket roja 66’an. Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku girtiyên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê jî dane destpê kirin ket roja 28’an. Ji ber grevê li gelek girtîgehan girtî rastî zextan tên.

Her wiha li derve jî ji bo balkişandina rewşa girtiyan û tecrîda li ser Ocalan çalakiyên cur bi cur pêk tên.

Li Amedê girseya ku parlamenter û rêveberên HDP’ê jî di nav de, ji bo balkişandina ser rewşa Leyla Guven xwestin ji avahiya HDP’ê heta Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ya Guven tê de ye, bimeşin. Girseya ku bi dirûşmên “Bijî Berxwedana zindanan”, “Leyla Guven rûmeta me ye” û bi tilîliyan, dest bi meşê kirin rastî mudaxeleya bi sedan polîs, hezên çevîk û maşineyên zirxî yên TOMA hatin.

Li Wanê têkildarî tecrîdê panel pêk tê

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê dê sibê têkildardî çalakiyên greva birçîbûnê panela bi navê ‘Li Tirkiye pirsgirêka demokrasiyê û ji duh heta îro grevên birçîbûnê’ pêk bîne. Hevşaredara Artemêtê ya ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin Rojbîn Sevîl Çetîn dê panelê pêşkêş bike. Doktor Zekî Gul, parêzer Faîk Ozgur Erol û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan û hevserokê DBP’ê yê Wanê Okkeş Kava dê wekî panelîst tev li panelê bibin. Panelîst dê li ser rewşa demokrasiyê ya Tirkiyeyê û çalakiyên grevê yên li Tirkiyeyê nîqaş bikin. Têkildarî mijarê HDP’ê bang li her kesî kir ku tev li panela ku dê saet di 12.00’an de pêk bê, bibin.

Girtiyê di grevê de kirin hucreyê

Çalakiya greva birçîbûnê ku li gelek girtîgehan herî kêm 226 girtiyan daye destpêkirin jÏ didome.

Yek ji van girtîgehan ku grev lê heye Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê ye. Li girtîgeha Wanê girtiyên bi navê Bahtiya Kemal Hasan, Cîhan Tamûr, Bariş Kahraman, Şahîn Oncu û Azîm Sokemen ji 16’ê kanûna 2018’an ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Lê hat ragihandin ku Bahtiyar Kemal Hasan ê ji 16’ê Kanûnê ve di greva birçîbûnê de ye, ji hefteyekê zêdetir e di hucreya yekkesî de tê girtin.

Vîtamîna B1 nadin girtiyan

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 2 ya Rihayê, Semra Akan û Sabiha Onder, li dijî tecrîdkirina Ocalan ji 5’ê çileyê ve di greva birçîbûna ya bêdem û bêdorveger de ne. Akan û Onder ku name şandin Rojnameya Yenî Yaşamê, diyar kirin ku vîtamîna B1’ê nadin wan û destnîşan kirin ku heta tecrîd bi dawî bibe û Ocalan azad bibe dê çalakiya xwe berdewam bikin. AMED