Dehhezaran li Parîsê bang kir: Kujeran bidarizînin

Bi boneya salvegera Komkujiya Parîsê, bi dehhezaran kurdistanî û dostên wan li Parîsê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku fermana komkujiyê ji hêla Erdogan û Enqereyê ve hatiye dayîn û beşdaran ji wezareta dadê ya Fransayê xwest ku berpirsyarên komkujiyê mehkûm bikin

Di salvegera qetilkirina sê jinên şoreşger ên kurd Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) bi hezaran kurdistanî û dostên wan li Parîsê kom bûn û bi dirûşma ‘Li dijî necezakirinê dadmendî’, ji Gare du Nord heta Qada Repuqlîqueyê meşiyan.

Di danê sibehê de ji gelek welatên Ewropayê bi hezaran kes bi wesayîtan hatin Parîsê. Zêdetirî 15 hezar welatiyên ku li Gare du Nordê kom bûn, di danê nîvro de dest bi çalakiyê kirin. Di meşê de wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin hildan. Di meşê de wêneyekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hildan û çalakvanan xwest ku di zûtirîn dem de tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe.

Gelek derdorên cuda tev li meşê bûn

Di çalakiyê de malbatên her sê jinên şoreşger, hevalên wan, rêveberên saziyên kurd û endamên Meşa Jinan a Cîhanê, Partiya Komunîst a Fransayê , gelek organîzasyonên çepgir ên Tirkiyeyê û gelek partiyên siyasî û rêxistinên jinan jî amade bûn. Çalakvanan bi dirûşma ‘Em kujeran nas dikin’ xwestin Fransa berpirsên komkujiyê darizîne.

Bang li wezareta dadê kirin

Ji çalakvanan seroka Partiya Komunîst a Fransayê Pîerre Laûnet diyar kir ku ew dizanin ku fermana komkujiyê Erdogan daye û dê heta dawiyê têbikoşin. Rêvebera Komeleya Frenc-Kurdistan Sylvîe Jan jî diyar kir ku divê wezareta edaletê ya Fransayê kesên ku fermana komkujiyê dane diyar bike û wan mehkûm bike.

‘Fermana sûîqestê ji Enqereyê ye’

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal jî di çalakiyê de axivî û got ku gelê kurd edaletê dixwaze û heta ku rastî derdikeve holê jî dê lêgerîna wan bidome. Kartal destnîşan kir ku her tişt zelal e û fermana sûîqestê ji hêla Enqereyê ve hatiye dayîn. Meşa ku gihîşt Qada Repûblîqûeyê, didome. PARÎS

Dikarî Biecibînî