Bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk hat

Parlamenterê Rihayê yê HDP’ê Omer Ocalan diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kiriye. Omer Ocalan diyar kir ku hevdîtin li ser agahdarkirina tendirustî û mafê jiyanê ye.

Bûldan: Tenduristiya Ocalan baş e

Hevseroka Giştî ya HDP’e Pervîn Bûldan der barê hevdîtinê de li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyanî da û wiha got; “ Birayê rêzdar Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan îro hevdîtinek pê re kiriye. Ez dixwazim bidim diyarkirin ku tenduristiya rêzdar Abdullah Ocalan baş e û di nav çend rojan de em ê gelê xwe agahdar bikin.”

Herî dawî di îlona 2016’an de hevdîtin pêk hatibû

Herî dawî di 11’ê îlona 2016’an de Mehmet Ocalan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li Îmraliyê serdana wî kiribû. Ji 27’ê tîrmeha 2011’an û vir ve jî destûr nayê dayîn ku parêzer biçin serdana Ocalan.

Dikarî Biecibînî