Ferhat Tûnç hate binçavkirin

Hunermed Ferhat Tunç li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê dema dixwest biçe Almanyayê hat binçavkirin

Hunermend Ferhat Tûnç duh êvarê dema ku dixwest biçe Almanyayê li balafirgeha Ataturk a Stenbolê hate binçavkirin. Hate ragihandin ku ji ber lêpirsîneke li Amedê, biryara girtina Tûnç hatiye dayîn.

Tûnç binçavkirina xwe li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand û ev tişt gotin: “Dema ku dihatim Almanyayê ji min re gotin ‘lêgerîna te heye’ û li balafirgehê têm binçavkirin.”

Tûnç niha li qereqola polîsan a li balafirgehê tê girtin. STENBOL

Dikarî Biecibînî