Ferhat Tûnç hat berdan

Hunermed Ferhat Tûnç ku şevê din li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê hat binçavkirin, piştî îfadedayînê hat berdan

Hunermend Ferhat Tûnç duh êvarê dema vegera xwe ya ji Almanyayê li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê hat binçavkirin û ew anîn Edliyeya Bakirkoyê. Derket holê ku Tûnç di çarçoveya 2 biryarên girtinê yên Dadgeriyên Cezayên Sûlhê yên 1’emîn û 5’emîn ên Amedê dayîn de, hatiye binçavkirin.

Tûnç piştî bi fermanê îfade da Serdozgeriya Komarê ya Amedê û şûnde hat berdan.  Di dema îfadedayînê de, pirsên tevlêbûna çalakiyên HDK, KCD û daxuyaniyên cuda, ji Tûnç hatin kirin. STENBOL

Dikarî Biecibînî