AKP di îstîsmarkirina zarokan de bi israr e!

Navenda Nûçeyan

Hikûmeta AKP’ê zagona ‘efûya îstîsmarkarên zarokan’ careke din tîne meclisê. Hat zanîn ku AKP beriya ku meclis bikeve betlaneyê dixwaze vê sererastkirinê bike zagon

Îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan li temamiya cîhanê her ku diçe zêdetir dibe. Li gorî lêkolînan, Tirkiye di mijara îstîsmara zayendî ya zarokan de li cîhanê di rêza 3’yemîn de ye. Bi taybetî jî di serdema hikûmeta AKP’ê de îstîsmara zayendî, tundî, tacîz û tecawiza li ser zarokan pir zêde bû. Hema hema rojane bûyerên îstîsmarkirina zarokan diqewimin û ev agahî tenê, yên ku li ser çapemeniyê hatine parvekirin in. Di demeke ewqas zarok rastî tacîz û tecawîzê tên de, hikûmeta AKP’ê zagona ku zarokan bi îstîsmarkarê xwe re dide zewicandin, careke din xist rojevê.

Li gorî nûçeya rojnameya Bîrgunê, hikûmeta AKP’ê careke din amadekariyan dike ku pêşnûmaya guhertina zagonê ku ‘efûkirina îstîsmarkarê zarokan a zewacê’ bîne meclisê. AKP’ê di sala 2016’an de jî ev pêşnûme anîbû meclisê lê li ser bertekên tund ên jinan û raya giştî parve kişandibû.

10 hezar îstîsmarkar dê bên berdan

Bi vê pêşnûmaya guhertina zagonê re AKP, ger ku zarokê rastî îstîsmara zayendî hat û îstîsmarkar bizewicin, ev sûc dikare bê paşdexistin an jî bê rakirin. Li gorî daneyan, niha di girtîgehan de zêdetirî 10 hezar kes ji ber vê sûcî di girtîgehê de ne û ger ku ev pêşnûm di meclisê de bê qebûlkirin û bibe zagon, dê 10 hezar îstîsmarkarên zarokan bên berdan. Di nûçeyê de tê gotin ger partiyên din jî piştgiriyê bidin, AKP dixwaze beriya ku meclis ji ber hilbijartinê bikeve betlaneyê dê vê vesazkirinê bike zagon.

‘Dixwazin tecawîzê rewa bikin’

Li gorî pêşnûmayê, ji bo ku kesek bikaribe ji vê qanûnê sûd wergire, aliyekî 18 salî derbas kiribe û rewşa zewaca fermî jî dê bidome. Li gorî vê pêşnûmayê, zewacên bi tundî, zext û tecawîzê pêk hatin nakevin ber vê zagonê. Ev demek e AKP û çapemeniya alîgir ji bo ku ev pêşnûma bibe zagon, kampanyayan dimeşînin û di sala 2016’an de jî anîbûn meclisê. Lê ji ber bertekên tund, paşve hatibû kişandin. Li hemberî vê hewldana AKP’ê, derdorên siyasî û civakî jî bertek nîşan dan û diyar kirin ku dê ev zagon rê li ber zewaca di temenê biçûk de, tacîz, tecawiz û îstîsmara zarokan veke û rewa bike.

Tirkiye di îstîsmarkirina zarokan de 3’yemîn e

Gelo hikûmeta AKP’ê di rewşeke çawa de hewl dide ku vê pêşnûmayê di meclisê de derbas bike û bike zagon? Li gorî daneyên rapora Platforma Em ê Cînayetên Li Dijî Jinan Rawestînin ya di mehên dawî yên sala 2018’an, herî kêm hezar û 14 zarok û li gorî rapora sala 2014-2017’an a TÛÎK’ê jî 7 hezar 466 jê zarokên kur û 51 hezar û 818 jê zarokên keç, bi giştî 59 hezar 284 zarok rastî îstîsmara zayendî hatine. Di raporê de tê destnîşankirin ku ev dane tenê yên ku tên zanîn û hejmara rastî, ji ya hatiye diyarkirin pir zêdetir e. Her wiha tê gotin ku li gorî daneyên 6 mehên destpêkê yên sala 2017’an û 2018’an, herî kêm 21 hezar 957 zarokên ducanî hatine tespîtkirin. Li gorî îstatîstîkan, Tirkiye li cîhanê di mijara îstîsmarkirina zarokan de di rêza 3’yemîn de ye.

Bîlançoya metirsîdar

Li gorî rapora Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ya sala 2018’an, di nava 16 salên dawî yên hikûmeta AKP’ê de 440 hezar zarokên di bin temenê 18 salî de ducanî bûn û zarok anîn. Her wiha di raporê de tê diyarkirin ku ji sedê 46 sûcên îstîsmara zayendî li dijî zarokan pêk tên. Di heman raporê de hat gotin ku li gorî daneyên TÛÎK’ê, di nava 10 salên dawî de 482 hezar û 908 zarokên keç bi destûra dewletê re hatin zewicandin. Her wiha di nava 6 salên dawî de 142 hezar 298 zarok bûn dayik û gelemperiya van zarokan hatin mehrkirin. Ji zarokên bin temenê 15 saliyê de rastî îstîsmara zayendî hatin, 15 hezar û 937 zarok ducanî bûn û zarok anîn.

Îstîsmarkirina zarokan ji sedî 700 zêde bû

Li gorî daneyên wezareta perwerdeyê, ji zarokên ku ji ber zewaca di temenê biçûk de an jî ji ber rewşa nîşanîbûnê nekarîn biçin dibistanê ji sedî 97.4 jê zarokên keç in. Li gorî raporan, di nav 10 salên dawî yên hikûmeta AKP’ê de sûcên îstîsmarkirina zarokan ji sedî 700 zêde bûne. Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl dibêjin sedema vê yekê, polîtîkayên hikûmeta AKP’ê ne.

Dikarî Biecibînî