Guven: Berxwedan berdewam e

Leyla Guven ku ev 68 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, di peyama şandî de diyar kir ku bi hevdîtinekê tecrîd bi dawî nebûye û got ku dê berxwedana wan heta bidawîbûna tecrîdê bidome

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, di roja 68’an de didome.

Guven ku ji ber rewşa xwe ya krîtîk ji 4’ê çileyê ve nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne, di hevdîtina xwe ya îro de bi rêya ajansa JINNEWS’ê der barê tenduristî û pêvajoyê de agahî dan.

Guven di peyama ku şandî de despêkê ev agahî parve kirin: “Destpêkê dixwazim têkildarî tenduristiya xwe agahiyan bidim. Kontrolkirina min a rojane pêk tê. Ev 20 roj in derdikeve û dadikeve. Ev rewş dibe sedema xewa min bê. Mim nêzî 9-10 kîlo winda kirine. Di meşê de zehmetiyan dikişînim û êşa serê min zêde bûye û hwd. Niha tiştên ku ez ragihînim ev in.”

‘Serhildana me AKP’ê ditirsîne’

Di berdewamê de Guven bal kişand ser çalakiyên ku li gelek girtîgehan hatiye destpêkirin û da zanîn ku ev çalakiyên li girtîgehan her diçe mezintir dibe û wiha domand: “Xwedîderketina gelê me ya ji bo çalakiya greva birçîbûnê moreleke mezin dide me. Tifaqa faşîşt a AKP-MHP’ê ji bo vê serîhildana me vala derxe her êrîşê pêk tîne. AKP ya çavsor çalakiyek biçûk a gelê Amedê asteng dike. Îradeya gel parlamenteran derb dikin û bi vê yekê dixwazin peyamek wiha bidin; ‘Ger hûn serhildana xwe bidomînin em ê li we hîn zêde wiha bikin.’ AKP Rojnameya Yeni Yaşamê bi hinceta grevên birçîbûnê nade zindanan. Ev tê vê wateyê ku nûçeyên çalakiya greva birçîbûnê zorê dide AKP’ê. Serhildana me AKP’ê bêhtir ditirsîne.”

‘Bi hevdîtinekê tecrîd bi dawî nebûye’

Her wiha Guven têkildarî hevdîtina Ocalan a bi birayê xwe re jî ev tişt anî ziman: “Li gorî agahiyên ku min ji parêzerên xwe wergirtin birayê birêz Ocalan, Mehmet Ocalan hevdîtin pêk aniye. Lê ev nayê vê wateyê ku tecrîd bi dawî bûye. Bi hevdîtinekê tecrîd bi dawî nebûye. Bila kes hêvî neke ku em ji ber vê hevdîtinê dev ji grevê berdin. Ev tecrîda ku dibe sedema sûcê mirovî  divê bi dawî bibe. Dema em li dîrokê dinihêrin gelek mînak hene. Ew bi hemû derfetên dewletê bi ser me de tên. Lê têkoşîna me ya li dijî vê rewşê didome. Em bi serhildanê bi ser ketin û em ê vê serkeftinê bidomînin.” AMED