Xwişka Mazlum Dogan hate girtin

Xwişka Mazlum Dogan, Serap Mutlu bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ hate girtin

Xwişka yek ji pêşengên PKK’ê Mazlum Dogan, Serap Mutlu li Stenbolê hate binçavkirin. Hat zanîn ku Mutlu dema ku li noterê bû hate binçavkirin û polîsan bir Edliyeya Çaglayan a Stenbolê.

Dozgeriyê, Serap Mutlu bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê’ sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Stenbolê kir. Dadgehê jî bi heman îdiayê biryara girtina Mutlu da û şand Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê. STENBOL