Temellî: Şikandina tecrîdê bi xwedîderketinê pêkan e

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî di civîna koma partiya xwe de axivî û diyar kir ku Leyla Guven bi çalakiya xwe wan vedixwîne têkoşînê û wiha got:  “Ger em dixwazin tecrîdê bişikînin û girtî bigihîjin azadiyê û ev welat azad bibe divê her kes li têkoşînê xwedî derkeve”

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî di civîna koma partiya xwe de geşedanên dawîn nirxandin.  Temelî bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiya hevseroka KCD’ê  Leyla Guven, û hîleyên AKP’ê yên hilbijartinê û xwest her kes li dijî van polîtikayên şer li têkoşîna aştî û demokrasiyê xwedî derkeve.

Di destpêka axaftina xwe de Temellî li ser tecrîdkirina Ocalan rawestiya û wiha got: “Li Tirkiyeyê heta tercîd bi dawî nebe, Tirkiye ji zilmê xelas nabe û demokratîk nabe. Îro hevalên me yên girtî daxwazên xwe yên rewa  û demokratîk anîn ziman. Dixwazin tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe. Tecrîd şerma Tirkiyeyê ye. Divê em bi lez vî welatî ji vê tecrîdê û şermê xelas bikin. Bi têkoşîna li dijî tecrîdê em dikarin vî welatî demokratîk bikin. Li vî welatî hiqûq û zagon tên binpêkirin. Di serî de CPT û Komîseriya Bilind a Ewropayê divê bi lez têkevin nav tevgerê û gavan bavêjin.”

‘Guven me vedixwîne têkoşînê’

Temellî destnîşan kir ku yên şer dixwazin tecrîdê giran dikin û diyar kir ku kesên di aştiyê de israr dikin û têkoşîna aştiyê dikin dê bi ser bikevin û wiha domand: “Em careke din dubare dikin, rêya çareserkirina pirsgirêka kurd tenê di Îmraliyê re derbas dibe. Tenê bi Ocalan çareser dibe. Yekane muxatabê vê meseleyê birêz Ocalan e.”

Di berdewamê de Temellî bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger ku li dijî tecrîdê hatine destpêkirin û ev nirxandin kir: “Leyla Guven me vedixwîne têkoşina demokrasî û aştiyê dike. Çalakiyên greva birçîbûnê li dijî şer û tecrîdê çalakiyên aştiyê ne. Birêz Nasir Yagız 56 roj in di grevê de ye. Li nêzî 50 girtîgehan 228 girtî û Leyla Guven 69 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Li nêzî 230 girtîgehan bi hezaran girtî di çalakiya grevê ya bêdem û dorveger de ne. Em bang li hemû kesan dikin ku berî bi deregî bikeve berpirsiyarê bidin ser milê xwe. Werin li dijî vê tecrîdê dengê xwe bilind bikin.”

Ev biratiyeke çawa ye?

Temellî têkildarî helwesta îktîdarê ya li hemberî kurdan jî ev tişt anî ziman: “Di rojên dawîn de dibêjin ‘Kurd birayên me ne’. Di rojên ku êrîşên xwe li ser kurdan zêde dikin, van gotinan tînin rojevê. Yên ku bi qeyûman hemû tabelayên kurd rakirin, bajar bi tang û topan xera kirin, yên gelê kurd li Efrînê ji cih û warên wan dan koçkirin û li şûna wan çete bi cih kirin û li dibistanên Efrînê zimanê kurdî rakirin, hûn in. Ev biratiyeke çawa ye! Yên di referanduma Kurdistanê de gotin ‘Em dê kaniyê qut bikin’ çawa dibin bira.  Wezîrê karên derve dibêje dema me bi YPG’ê re şer dikir çima we ne digot ‘Hûn kurdan qetil dikin’. Wezîr bi vê gotina xwe li xwe mikur tê ku kurd qetilkirine.”

Li dengê xwe xwedî derkevin

Her wiha Temellî bal kişand ser hilbijartina herêmî û dek û dolabên AKP’ê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di pêvajoya ku em bi fedakariyek mezin xebatên hilbijartinê dimeşînin, AKP serî li hîle û xurdeyan dide. Hewl dide dê çawa dengan bidize. Niha cihê hilbijêran diguherînin û dixwazin bi hîleyên guhertina hilbijêran di hilbijartinê de bi ser bikevin. Cihê polîs, mamoste, walî, qeymeqam û hemû erkdarên dewletê qeyda wan dibin bajarên ku qeyûm lê tayîn kirine. Qeydên hilbijêrên xera dikin. Li şûna hilbijêrên me yên xwe qeyd dikin. Ji ber van dek û dolabên AKP’ê em bang li her kesî dikin ku li deng û sindoqên xwe xwedî derkevin. Ger em dixwazin tecrîdê bişikînin û girtî bigihîjin azadiyê û ev welat azad bibe divê her kes li têkoşînê xwedî derkeve.” ENQERE

Dikarî Biecibînî