Li Erdîşê 13 kes hatin binçavkirin

Li Erdîşê di operasyonên qirkirina siyasî de 13 kes hatin binçavkirin

Hêzên dewleta tirk li navenda navçeya Erdîşê ya Wanê û gundên wê avêtin ser malan. Di encama serdagirtina malan de 13 kes hatin binçavkirin û kesên ku hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Erdîşê.

Polîsan li gel Ayşe Bişirgen a 86 salî ku bi nexweşiya şekir û tansiyonê ye û zarokên wê Rıfat û Hikmet jî binçav kirin.

Navên kesên ku hatine binçavkirin wiha ne: Ahmet Polat, Mahmût Bîlîcî, Gulistan Bîlîcî, Mahmût Boşcevîz, Ferman Aslan, Tûran Denîz, Ahmet Denîz, Fettah Aslan, Ayşe Pîşîrgen, Saadet Kûrşûn, Îhsan Kûrşûn, Rifat Pîşîrgen û Hikmet Pîşîrgen. WAN

Dikarî Biecibînî