Derbarê 4 parlamenteran de fezlekeyên nû

Bi daxwaza rakirina destnedayîna parlamenteriya 4 parlamenterên HDP’ê 11 fezlekeyên nû hatin amadekirin

Bi daxwaza rakirina destnedayîna parlamenteriyê di 14’ê çileyê de derbarê 4 parlamenterên HDP’ê de bi giştî 11 fezlekeyên nû hatin amadekirin û ji bo nîqaşkirina rakirina destnedana parlamenteriyê ev 11 fezlekeyan anîn Komîsyona Edalet û Destûra Bingehîn a Meclisê.

Derbarê parlamentera Amedê Dersim Dag 4, parlamenterê Amedê Musa Farisogullari 5, parlamentera Amedê Remziye Tosun 1 û parlamentera Mêrdînê Ebru Gunay de jî 1 fezleke hat amadekirin. ENQERE

Dikarî Biecibînî