Li avahiya vala 76 leşker hatin qeydkirin

Li taxa Adnan Menderes a Erdîşa Wanê Lojmana Leşkerî ya ku 8 sal in deriyên wê bi zincîran hatiye girtin, 76 hilbijêr hatine qeydkirin.

Ji roja ku dîroka hilbijartinê ji aliyê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ve hatiye aşkerakirin, hikûmeta AKP’ê di dek û dolaban de tu sînoran nas nake. Ji barkirina hilbijêran bigire heta nîvê şevê guhertina tabeleya diyarkirina nifûsa navçeyan, her tiştî dike. Heta hat wê merheleyê ku hilbijêr li axur û pînan jî qeyd kirin.

Bûyereke sosret a hilbijartinê herî dawî li Wanê derket holê. Li taxa Adnan Menderes a Erdîşa Wanê Lojmana Leşkerî ya çar qatî ku ji roja erdhêja 8 sal berê ya navçeyê heta niha deriyê wê bi zincîran hatiye girtin, 76 leşker  hatine qeydkirin. Piştî derketina vê bûyerê rêveberiya HDP’ê ya navçeyê ji bo îtîraza vê bûyerê serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinê da. WAN