Derketina derveyî welat li mirî qedexe kirin!

Hiqûqa Tirkiyeyê îmze avêt bin sosreteke din jî. Derket holê ku dadgeha Mêrdînê derketina derveyî welat ji girtiyê nexweş Îbrahîm Akbaba ku di 28’ê kanûnê de jiyana xwe ji dest dabû, qedexe kiriye

Girtiyê 70 salî Îbrahîm Akbaba ku nexweşê giran bû û li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê girtî bû, di 28’ê kanûnê de li salona dadgehê dema bi SEGBÎS’ê beşdarî danişîna xwe ya li Mêrdînê bûbû, krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Piştî mirina Akbaba dadgehê biryara berdana wî da û Serdozgerê Komarê yê Mêrdînê jî parast ku Akbaba piştî rojek şûnde jiyana xwe ji dest daye. Lê rapora belgeya mirina Akbaba, serdozgerî derewandibû.

Lê sosretiya hiqûqa Tirkiyeyê li vir jî neqediya. Derket holê ku li ser Akbaba yê tevî hebûna rapora ji sedî 90 astengdar e, nehat berdan û di dema danişîna xwe de jiyana xwe ji dest da, qedexeya derketina derveyî welat hatiye dayîn. Biryar ji aliyê Midûriyeta Serbestiya Kontrolkirî ya girêdayî Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve li malbata Akbaba re hatiye şandin. Teblîgata biryarê 31’ê kanûna 2018’an de ji malbatê re hatiye şandin.

Têkildarî biryarê kurê Akbaba, Şehmuz Akbaba axivî û diyar kir ku bi vê biryarê henekê xwe bi me dikin. MÊRDÎN

Dikarî Biecibînî