Bi taxûkan giya dikişînin

Li gundê Kehê yê Colemêrgê, welatî gihayên ku dirûtine û li berwaran lod kirine, zivistanê dikin garte û bi taxûkan dikişînin û tînin gund

Li gundê Kehê yê Colemêrgê, gundiyên ku ji bo sewalên xwe havînê giya dirûtin û li berwaran lod kirin, zivistanê jî dikin garte û bi taxûkan dikişînin gund. Her çiqas bi metirsiya aşûtê re rû bi rû dimînin jî lê belê dîsa jî ji mecbûrî vê yekê dikin. Gundî sibehê zû taxûk û benên xwe amade dikin û berê xwe didin çiyayê bilindahiya wî 2 hezar û 500 metre.

Şêniyên gund têkildarî kişandina giya ji nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Hamza Gunduz re axivîn. Şêniyê gund Saît Adiyaman anî ziman ku li cihê ku giya lê didirûn rê tune ye û wiha got: “Li vî gundî ji dayik bûm, mezin bûme û heta niha sewalvaniyê dikim. Li hemû deverên cîhanê mirov giyayên xwe bi mator û kamyonan dikişînin û havînan bi patosê dihêrin. Lê belê em hîn bi teknîka sed sal berê vî karî dikin. Em bi lekanan derdikevin çiyê û bi taxûkan giyayên xwe tînin. Ji ber rêya me tune ye, em havînê nikarin giyayê xwe bikişînin. Giyayên em didirûn li berwareke di nav gundê Kehê û Talê de ye lod dikin. Ango em li devereke 4-5 kîlometre dûrî gund giya didirûn. Em giyayên xwe li wir dikin lod û ser wan digirin. Zivistanê wexta berf dibare ango van çaxan em diçin tînin. Ji ber ku ne ji bo wesayîtê ne jî ji bo hespan rê tune ye.”

Gelek kes di bin aşûtê de man

Şukru Tûran jî destnîşan kir ku zehmetiya herî giran jî kişandina giya ye. Tûran anî ziman ku zivistanê di dema kişandina giya de gelek kes birîndar dibin û hin kes jî di bin aşûtê de dimînin. Tûran wiha domand: “Em giya li berwara di navbera gundê Kehê û Talê de didirûn. Zivistanê wexta berf zêde dibara, aşût jî çêdibe. Her wiha wexta em bi taxûkan dikişînin, carinan di van berwaran de taxûk di nav berfê de dimînin û hin ji me jî di bin wan de. Ji ber vê yekê lingê gelek gundiyan şikiyaye.”

Mustafa Ozdemîr jî diyar kir ku 5-10 bizinên wî hene û ev tişt anî ziman: “Beriya gund bên valakirin, rewşa me pir baş bû. Hema bêje her yek ji me xwedî bi dehan sewalan bû. Jiyana me xweş bû. Em muhtacî tu kesî nedibûn. Lê belê di van salên dawî de êdî em nikarin debara xwe jî bikin. Êdî tu qîmeta sewalvaniyê nema. Loma êdî em nikarin vî karî bikin. Tenê em bi sewalên heyî debara xwe dikin. Va tu dibînî, vê zehmetiyê ji bo pênc bizinan dikişînim. Lê ji mecbûrî. Ger em bi rehetî biçûna zozanan, me yê gelek heywan xwedî bikirana.”

Emîne Adiyaman ku giyayên zilam ji berwaran bi taxûkan dikişînin û ew û keça xwe jî didin ber sewalan got: “Zilamên gund giya ji çiyê tînin, em jin jî didin sewalan. Karê li gund bi hevkarî tê kirin.” Hazal Tûran jî wiha got: “Ji ber rewşa me ya aborî nebaş e, em nikarin kesî ji bo vî karî bigirin. Loma zilamên gund diçin çiyê giya tînin, em jin jî karên din dikin.” COLEMÊRG