Ji bo dîplomaya xwe CD´yek muzîkê amade kir

Li Swîsreyê xwendekarê kurd Ramî Miselam karê xwe yê bidawîkirina lîseyê û destpêkirina zanîngehê li ser muzîka kurdî nivîsî û CD’yek amade kir

Xwendekarê kurd ê ji rojavayê Kurdistanê yê dibistana kantona Frauenfelder li Swîsreyê Ramî Miselam karê xwe yê bidawîkirina lîseyê û destpêkirina zanîngehê li ser muzîka kurdî nivîsî û CD´yek jî ji besteyên xwe bi navê ‘Derketin’ çêkiriye.

Miselam vê CD´yê weke neynika dilê xwe bi nav dike. Muzîka wî, bi ya wî şîroveyeke muzîkî ya penaberî û şer e. Di muzîka wî de brûskî, hêrs û şîn tevî têr hêviyê heye.

Miselam 9 salî bûye cara yekem guh daye muzîka Metal û xwestiye bi xwe jî ileh  bi vê muzîk re mijûl bibe. Beriya ku bibe koçber bi demeke kurt gîtarek dikire, lê ew gîtar di dema koçberiyê de li pey xwe hiştiye. Piştî bi çar salan gîtareke nû dikire û pê muzîka xwe çêkir û gotin jê re nivîsîn. Miselam ji bo vê ev tişt anî ziman; “Bi deng û bi gîtarê min dikarî tam îfade bikim ka halê min çi ye.”  Li gorî wî, muzîk mirovan bêyî gotinan jî tîne cem hev, wan bi hev ve girê dide, lê peywendiya bi gotinan zehmet e: “Peywendiya bi axaftinê ji min re gelekî zehmet bû, li gorî ya bi muzîkê.”

Ji bo albûma xwe wî gelek awayên muzîkê ceribandine lê bingeh Rock, Metal, Hip-Hop û muzîka rojhilatî û kurdî ye. Karê wî yê bidawîkirina lîseyê yê ji 40 rûpelî encama karê salekê ye ku encama lêkolînan û hevpeyvînên bi gelek mirovan re ye. BERN