DMME’yê Tirkiye mehkûm kir

Seroka GOÇ- DER’ê Şefîka Gurbuz a ji ber rapora penaberiyê ya di navbera salên 1999 û 2001’an de bi raya giştî re parve kir û hat darizandin, li DMME’yê biryar hat dayîn. DMME’yê li gorî madeya 10’emîn a DMME’yê Tirkiye mehkûm kir ku 2 hezar û 500 Euro bide.”

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo serlêdana Komeleya Çand û Piştevaniya Civakî ya Koçberan (GOÇ-DER) a sala 2009’an biryar da û Tirkiye bi tazmînata madî mahkûm kir.

GOÇ- DER’ê di 17’ê nîsana 2002’yan di civîna çapemeniyê de rapora penaberiyê ya di navbera salên 1999 û 2001’an de ji raya giştî re aşkera kiribû. Dû re der barê rêveberên GOÇ-DER’ê de lêpirsîn hatibû vekirin. Di lêpirsîna veguherî dozê de cezayê 2 hezar û 180 TL li Seroka GOÇ-DER’ê Şefîka Gurbuz hatibû birin. Civaknas Mehmet Barût ê rapor amade kiribû jî beraet kir.

Parêzeran piştî biryarê doz di sala 2009’an de şandin DMME’yê. DMME’yê li gorî madeya 10’emîn a Hevpeymana Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi sûcdariya mafê azadî û ramanê hatiye astengkirin, Tirkiye mehkûmê tezmînata madî ya 2 hezar û 500 Euro kir.

Seroka GOÇ-DER’ê Şefîka Gurbuz, biryara DMME’yê nirxand û got: “Em biryarê erênî dibînin. Lê biryarek pir derengmayî ye. Jixwe me dizanî dê nirxandinek erênî derbikeve holê. Rapora min xwend rastiya li Tirkiyeyê bû. Tu tiştek kêm nebû. Rapora valakirina gundan û welatiyên bi darê zorê hatibûn koçber kirin bû.”

GOÇ-DER, bi biryara KHK’ê ya Hejmara 677’an, piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê hatibû derxistin, hat girtin. STENBOL

Dikarî Biecibînî