Li wargeha koçberan şewat derket

Li wargeha koçberan a nêzî Hewlêrê şewat derket. Ji ber şewatê 12 cihên koçber lê diman şewitîn

Li wargeha koçberan a li nêzî Hewlêrê ya ku koçberên Mûsilê lê dijîn şewat derket.

Berdevkê Rêveberiya Parastina Şaristanî ya Hewlêrê Bêwar Zeyîd aşkera kir ku agir hatiye kontrolkirin û rewşa koçberan baş e. Di encama şewatê de 12 malên koçberan ên kabîne şewitîne.

Berdevkê Rêveberiya Parastina Şaristanî ya Hewlêrê Bêwar Zeyîd got ku sedema şewatê nayê zanîn û li ser bûyerê lêkolîn tê kirin. Nêzî 300 malbat li wargehê dijîn. HEWLÊR

Dikarî Biecibînî