Li Hewlêrê rojnameger Kakeyî hat binçavkirin

Polîsên Hewlêrê bi giliyê Polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Berpirsê Ofîsa Qenala NRT’ê rojnameger Rêbwar Kakeyî binçav kirin

Qenala NRT’ê aşkera kir ku Polîsên Hewlêrê Berpirsê Ofîsa Qenala NRT’ê rojnameger Rêbwar Kakeyî binçav kirine.

NRT’ê têkildarî binçavkirinê ev agahî da: “Binçavkirina Rêbwar Kakeyî li ser giliyê Polîtburoya PDK’ê pêk hat. Di 8’ê îlona 2018’an de NRT’ê raporek li ser, ji aliyê berpirsên PDK û YNK’ê bi qaçax hawirdekirina dermanan weşand. Heta niha jî hikûmetê nekariya wê rêyê kontrol bike. Ev binçavkirin piştî vê raporê tê.” HEWLER

Dikarî Biecibînî