Li Minbicê teqîn; gelek kesan jiyana xwe ji dest da

Li Kolana Sindis a navenda Minbicê teqînek pêk hat û di encama teqînê de gelek kesan jiyana xwe ji dest da

Li kolana Sindis a navenda bajarê Minbicê teqîneke dijwar pêk hat. Li gorî nûçeya ANHA’yê, li pêşiya xwaringeha Qeser El Umeraa li kolana Sindis a navenda Minbicê teqînek pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê, di encama teqînê de 9 sivîl û endamekî leşkerî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha hat diyarkirin ku 4 leşkerên Amerîkayê jî li cihê teqînê bûn û ji wan jî 2 leşkeran jiyana xwe ji dest daye. Birîndar û leşkerên amerîkî yên ku jiyana xwe ji dest dane bi helîkopterê hatin rakirin.

Her wiha hat destnîşankirin ku birîndar rakirine nexweşxaneya Minbicê. MINBIC

Dikarî Biecibînî