Li Rihayê qeyda 16 hezar hilbijêran jê hatiye birin!

Di lîsteya hilbijêran a Rihayê de xuya bû ku navên 16 hezar û 12 hilbijêrên rihayî jê hatiye birîn û li şûna wan kesên ji derveyî bajar hatine qeydkirin. Hevserokê HDP’ê yê bajar Halîl Akbaş bang li hilbijêran kir ku îtîraz bikin

Hîleyên ku hikûmeta AKP’ê dixwaze di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên di 31’ê adarê de bike, yek bi yek teşhîr dibin. Piştî teşhîrbûna hîleyên AKP’ê yên li Colemêrg, Wan, Şirnex, Sêrt, Çewlik, Êlih û hwd. niha jî li Rihayê skandala hilbijêran derket. Hat zanîn ku li navend û navçeyên Rihayê qeyda 16 hezar hilbijêran hatiye jêbirin û li şûna wan jî hilbijêrên biyanî hatine qeydkirin.

Di encama lêkolîna HDP’ê de xuya bû ku li 11 navçeyen Rihayê, 16 hezar û 12 hilbijêrên rihayî hatine jêbirin. HDP’ê da zanî  ku li şûna hilbijêrên rihayî jî qeydên kesên biyanî hatiye çêkirin. Di heman demê de hilbijêrên ku qeydên wan jê hatine birin, nehat zanîn bê ka li ku derê dê dengê xwe bidin. Li gorî lîsteya ku Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) şandiye, li navçeya Bîrecîkê 907 hilbijêr, li Hewagê 419, li Serêkaniyê 532, li Eyyubiyê 3 hezar û 563, li Xalfetiyê 406, li Xelîliyê 3 hezar û 838, li navçeya Hîlwanê 310, li Karakopruyê hezar û 507, li Sîwêregê hezar û 951, li Pirsûsê 917 û li navçeya Wêranşarê jî hezar û 262 hilbijêr qeyda wan nehate dîtin.

Akbaş bang li hilbijêran kir

Der barê mijarê de hevserokê HDP’ê yê Rihayê Halîl Akbaş axivî û xwest ku welatiyên qeyda wan jê hatiye birin teqez îtiraz bikin. Akbaş diyar kir ku divê her kes qeydên xwe kontrol bike û wiha got: “Li dijî şaştî û nêlirêtiyê jî bila îtiraz bikin. Weke partî em ê îtiraz bikin û serî li cihên pêwendîdar bidin. Qeyda hilbijêrên berê jê birine û li şûna wan jî kesên derve qeyd kirine. 3 hezar û 187 hilbijêrên nû li Xelfetiyê qeyd kirine. Li Xelfetiyê qeyda 406 hilbijêran jê birine. Bi heman rengî li Wêranşar, Hewag, Pirsûs, Siwêreg, Hîlwan û Serêkaniyê jî hilbijêrên niştecîhî jê birine û yên nû li şûna wan qeyd kirine. Bi vê rêbazê îktidar dixwaze li herêmê bi ser bikeve. Lê çi dikin bila bikin dê têk biçin.” RIHA