Erdogan teqîna Minbicê bi biryara Amerîkayê ve girêda

Li gel ku hê tu rêxistinî teqîna li Minbicê negirtiye ser xwe serokkomarê tirk Erdogan diyar kir ku teqîn bi armanca guhertina biryara vekişandina Amerîkayê ya ji Sûriyeyê pêk hatiye

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ku di rojên dawîn de planên wî yên ji bo dagirkirina bakur û rojhilatê Sûriyeyê nagirin û rastî bertekên navneteweyî tên, têkildarî teqîna li Minbicê daxuyaniyek balkêş da. Li gel ku hê tu hêz ango rêxistin êrîş negirtiye ser xwe jî Erdogan diyar kir ku êrîş bi armanca guhertina biryara vekişandina Amerîkayê ya ji Sûriyeyê pêk hatiye. Erdogan bi vê daxuyaniyê dixwaze gumanên li ser teqînê yên ji komên çete yên di bin kontrola xwe de bide alî.

Di saetên danê nîvro de li navenda Minbicê teqînek pêk hat. Di encama teqînê de 4 jê leşkerên Amerîkayê bi giştî nêzî 14 kesan jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn. ENQERE

Dikarî Biecibînî