Li Enqereyê şewat derket: 5 sûriyeyî mirin

Li Enqereyê li fîrmayeke mobîlyayê şewat derket û ji ber şewatê 5 karkerên ji Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan

Li taxa Ûlûbey a navçeya Altındag a paytexta Tirkiye Enqereyê, li bînayeke 4 qat a fîrmayeke mobîlyayê, ji ber sedemeke ne diyar şewat derket. Cîgirê Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Mehmet Ersoy têkildarî şewatê daxuyaniyek da û diyar kir ku 5 karkerên ji Sûriyeyê ji ber şewatê jiyana xwe ji dest dane. Ersoy da zanîn ku şewat hatiye kontrolkirin û xebatin cemidandinê herêma şewatê didomin. Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatin bidestxistin ji bilî 5 karkerên ku jiyana xwe ji dest dane, agahî ji çend karkerên din jî nayê. ENQERE

Dikarî Biecibînî