Bakurê Sûriyeyê li dijî êrîşan amadekariyan dike

Kadrî Esen – Amed

 

Hevserokê Desteya Rêvebir a Rêveberiya  Xweser a Bakur û Ronhilatê Suriyeyê Abid Hamêd Mihbaş diyar kir ku li dijî êrîşên muhtemel ên Tirkiyeyê di nav gel de amadekariyên xwe dikin. Mihbaş destnîşan kir ku dê parastina xwe bikin û ji bo vê yekê di hêla dîplomatîk û leşkerî de xebatên xwe didomînin

Demeke dirêj e Tirkiye li hemberî bakur û rojhilatê Sûriyeyê gefên dagirkeriyê dixwe û ji bo vê yekê di hêla dîplomatîk û leşkerî de amadekariyên xwe dike. Li dijî vê yekê rêveberiya bakur û rojhilatê Sûriyeyê, bi Rûsya û gelek welatên ereb re ketiye nav diyalogê û dixwaze bi dîplomasiyê êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî xwe rawestîne û têk bibe.

Ji ber vê dîplomasiya xurt a di navbera rêveberiya bakur û rojhilatê Sûriyeyê, Rûsya û welatên ereb de, li gel biryara xwe ya vekişandina ji Sûriyeyê Amerîka jî di rojên dawîn de li dijî vê helwdana Tirkiyeyê dertê. Amerîka her wiha peyamên parastina kurdan dide û ji ber êrîşeke muhtemel a li hemberî bakur û rojhilatê Sûriyeyê Tirkiyeyê hişyar dike.

Welatên ereb ên li herêmê jî piştgiriya peyamên Amerîkayê dikin û gumanên xwe yên ji bo plana Tirkiyeyê ya dagirkeriya bakur û rojhilatê Sûriyeyê tînin ziman û bi rejîmê re diyalogê datînin. Rêveberiya bakur û rojhilatê Sûriyeyê jî li gorî van geşedanan dixwaze bi navbeykariya Rûsyayê li dijî gefên Tirkiyeyê bi Rejîmê re li ser hin mijaran li hev bike.

Tirkiye bêyî Amerîka nikare êrîş bike

Lê li gel vê yekê jî heta niha di navbera rêveberiya bakur û rojhilatê û Rejîmê de tu lihevkirinek ber bi çav derneketiya holê. Hevserokê Desteya Rêvebir a Rêveberiya  Xweser a Bakur û Ronhilatê Suriyeyê Abid Hamêd Mihbaş têkildarî van geşedanên dawîn ên di navbera aliyan de ji rojnameya me e-rojnameyê re axivî û nirxandinên girîng kirin.

Hevserok Abid Hamêd Mihbaş diyar kir ku piştî biryara serokê Amerîkayê Donald Trump a vekişandina ji Sûriyeyê li herêmê şêwazek nû derketiye û wiha got: “Piştî vê biryarê herêm ji ber hewldanên Tirkiyeyê ber bi şerek mezin ve biçe. Lê Tirkiye bêyî ku Amerîkayê bigire cem xwe nikare êrîşî me bike. Tirkiye ne ji bo DAEŞ’ê ji bo kurdan dixwaze êrîşî herêmê bike.”

‘Hevdîtinên me bi Rejîmê re tune ne’

Mihbaş got ku di navbera wan û Rejîmê de rasterast hevdîtin nehatine kirin û ev tişt anîn ziman: “Rûsya xwest di navbera me û Rejîmê de rol bilîze. Ji bo muzakereyên di navbera me û Rejîmê de niyeta baş nîşan da, lê têkildarî mijarê tu gavên piratîk navêtin. Danûstandinên me bi Rûsya û welatên ereb re didomin. Heta niha me di tu mijarê de hê jî li hev nekiriye.”

Mihbaş têkildarî peyamên Amerîkayê yên piştî biryara xwe ya vekişandinê ku derbarê kurdan de dide jî axivî û wiha pê de çû: “Daxuyaniyên nû yên ku tên dayîn heke piratîk nebin tu wateya wan nîne. Em kêfxweş in ku ji bo parastina herêmê hişyarî tên dayîn. Em hêvîdar in ku ev hişyarî hîn zêdetir bibin, lê divê ji bo vê yekê mekanîzmayek bê avakirin.”

‘Nema Tirkiye bikaribe El-Nûsrayê biparêze’

Mihbaş gefên Tirkiyeyê yên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê û bêndengiya wê ya li hemberî geşedanên dawîn ên Idlibê jî nirxand û ev tişt gotin: “Li dijî êrîşên Tirkiyeyê amadekariyên me di nav gel de didomin. Di vê çarçoveyê de em ê parastina xwe bikin û her wiha di hêla dîplomatîk û leşkerî de xebatên xwe dimeşînin. Çareya Tirkiyeyê nemaye. Ji vê şûnde nema Tirkiye bikaribe El-Nûsrayê biparêze. Ji bo vê yekê jî divê sozên ku beriya niha dabû Rûsyayê, divê pêk bîne.”

Dikarî Biecibînî