Ji her demê bêhtir pêwîstî bi yekitiyê heye

Aliyên siyasî yên Kerkûkê li ser girîngiya yekitiya neteweyî axivîn û diyar kirin ku di pêvajoya niha de ji her demê bêhtir pêwîstiya kurdan bi yekitiyê heye û gotin ku divê aliyên siyasî berjewendiyên xwe yên siyasî deynin aliyekî û ji bo yekitiyê bixebitin

Aliyên siyasî yên li Kerkûkê li ser girîngî û pêkanîna kongreya neteweyî ya kurd ji ajansa RojNews re axivîn.

Berpirsyarê Komîteya Îmam Qasim  a Yekitiya Nîştiman a Kurdistanê (YNK) Elî Qelayî diyar kir ku yekitiya neteweyî pêwîstiyeke dîrokî ye û divê demildest pêk bê û wiha got: “Yekitî neçarî ye, ji ber ku her çar alî bi dijminan dagirtîne. Em hemû dixwazin gelê kurd bigihe armanca xwe. Niha ji aliyên welatên herêmê ve li ser kurdan komplo tê meşandin, ev jî peywendiya xwe bi navxweyî ya kurdan ve girêdayî ye. Divê hewldanên pêwîst ên ji bo kongreyê bên xuliqandin. Bê guman hinek astengî ji vê yekê re tên çêkirin. Hinek naxwazin kurd bigihin armanca xwe, tu demek weke niha pêwîstiya kurdan bi yekitiya neteweyî nebûye.”

Divê hemû pêngav li gorî berjewendiya neteweyî bin

Yek ji rêveberên ragihandina Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Faxîr Hemîd jî li ser heman mijarê axivî. Hemîd anî ziman ku di vê qonaxa heyî de pêkanîna kongreyê ji bo gelê kurd gelek girîng e û wiha domand: “Bi çi awayî dibe bila bibe divê hemû kurd yekitiya xwe ava bikin. Pêwîst e hemû pêngavên di nav kurdan de bên avêtin, li ser bingeha doza kurdan be. Her wiha  pêwîst e hizbên siyasî berjewendiyên xwe yên şexsî bidin aliyekî û li ser mijara yekitiyê bibin yek. Ger di vê demê de, pêngavek ji bo pêkanîna kongreya neteweyî neyê avêtin dê sibe dereng bibe.”

Pêwîst e stratejiyeke hevpar bê avakirin

Endamê komîteya peywendiyên derve yê Tevgera Azadiyê Hisên Kerkûkî jî têkildarî yekitiyê ev tişt anî ziman: “Em rojane dibînin, êrîş li ser destkeftiyên gelê kurd tên kirin. Di demeke wiha de pêwîst e gelê kurd li hev rûne û stratejiyek netewî ava bike. Ger ev pêk hat, dê kurd jî di guhertinên li herêmê de rol û hebûna xwe diyar bike.”

Dikarî Biecibînî