Înîsiyatîfa Grevê ji bo Guven banga lezgîn kir

Navenda Nûçeyan

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk bang li saziyên navneteweyî yên mîna DMME, CPT, NY, YE’yê kir û ji wan xwest ku dengê hevseroka wan Leyla Guven bibihîzin û bi awayekî lezgîn bêyî ku tiştekî neyînî biqewime deng li hikûmeta AKP’ê bikin

Înîsiyatîfa Azadiyê ya Dijî Tecrîdê li Kongreya Civaka Demokratîk  civîneke çapemeniyê li dar xist û têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku îro ket roja 71’an, daxuyaniyek da. Di civînê de li ser navê înîsiyatîfê hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ji çapameniyê re axivî. Ozturk di destpêka axaftina xwe de têkildarî çalakiyên grevên birçîbûnê yên ku li deverên cuda hatine destpêkirin agahî da û diyar kir ku li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, Hewlêr û Strasboûrgê bi giştî nêzî 300 şoreşger, demokrat û welatparêz di grevê de ne û greva wan gihîştiye nêzî roja 50’emîn.

Ozturk di berdewamê de bal kişand ser çalakiya Guven ku 70 roj li pey xwe hişt û wiha got: “Tenduristiya Leyla Guven sînorê krîtîk derbas kiriye û jiyana wê me kiriye nav metirsiyan. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi qasî ku bang li dewleta Tirkiyeyê û hikûmeta AKP’ê dike, ewqas jî bangî wîjdana civaka netewî û navnetewî dike.” Ozturk destnîşan kir ku armanca Guven ew e ku  pêşiya gelên me vebike da ku siberoja wan ewle bibe û jiyanek aram bê afirandin.

Bêndengî şirîkatî ye

Ozturk bi bîr xist ku 20 sal e li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîd pêk tê û ev tişt anîn ziman: “Ji sala 2015’an ve tecrîdek girankirî ya bênavber didome. Vê pêkanîna tecrîda girankirî di makeqanûn û qanûnên antî demokratîk û paşverû ya serdema cuntaya faşîst a 12’ê Îlonê de jî tune bû. Di hiqûq û qanûnan de tecrîdek wiha nîne. Makeqanûn û qanûnên ku destûr nadin van pêkanînan, hemû dewletê daye pişt xwe û dixwaze faşîzm û zordestiyê pêk bînin. Tecrîdkirina Ocalan dijminahiya kurdan û hebûna kurdan e. Ev yek jî halê herî stratejîk kûrkirin û teqezkirina feraseta tunehesibandina hebûna kurdan e”

Ozturk destnîşan kir ku çalakiya greva birçîbûnê ya ku hevseroka wan Leyla Guven daye destpêkirin  ji bo vê dijminahiyê û zilmê tune bike ye û wiha pê de çû: “Divê bê zanîn ku; yên ku guhên xwe ji vê qêrînê re digirin û ji nedîtî ve tên, dê bibin şirîkê sûcê mirovahiyê. Her wiha sibê roj kesek jiyana xwe ji dest bide û encamên civakî û siyasî yên neyînî derkevin holê berpirs ew in.” Ozturk bang li partiyên siyasî û rêxistinên sivîl û rewşenbîran kir ji wan xwest ku li dijî pêkanînên antî-demokratîk û dij-zagonî yên dewlet û hikûmet pêk tîne sekna xwe nîşan bidin û deng derbixin.

Bang li saziyên navneteweyî

Ozturk rexne li saziyên navneteweyî jî kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Saziyên wek DMME, CPT û saziyên navnetewî yên ku mafên mirovan ên gerdûnî û rêgezên hiqûqê çavdêrî dikin û bêedaletiyê ji holê radikin ji van hemû geşedanan re guhê xwe girtine. Bi biryarên didin re pêkanînên faşîzmê yên Tirkiyeyê rewa dikin û ev yek jî nîşaneya ku ketine rewşek trajîk û ku dilê mirovan pê diêşe. Em dîsa li vir îlan dikin ku tiştek bê serê kesên ku ji bo rakirina tecrîdê di çalakiyên greva birçîbûnê de ne, ev sazî jî bi qasî tifaqa AKP-MHP’ê dê berpirsyar bin.”

Ozturk ji bihîstina dengê Leyla Guven ev bang li saziyên navneteweyî kir: “Di serî de DMME û CPT jî di nav de Konseya Ewropayê, Parlamentoya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî, saziyên hiqûq û mafên mirova yên Ewropayê divê li dijî tecrîda tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê dengê hevseroka me Leyla Guven û çalakgerên din ên greva birçîbûnê bibihîzin û bi awayek lezgînî di asta hikûmeta AKP’ê de dest bi hewldanan bikin.”

Dema rabûna ser pêyan e

Ozturk di dawiya axaftina xwe de ji bo rakirina tecrîdê bang li desthilata AKP’ê jî kir û ev tişt anîn ziman: “Em bang li hikûmeta AKP’ê dikin ku dest ji dijminahiya kurdan berde, guh bide daxwazên Leyla Guven û çalakgerên din ên greva birçîbûnê. Her wiha dîsa em bangî AKP’ê dikin ku demildest tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan bi dawî bike. Bêdengî û lalbûnî rê li ber mirinên ku telafiya wan ne pêkan e û encamên bi êş vedike.  Pêvajoya em tê de derbas dibin gelek dîrokî û girîng e. Lazim e em di ferqa vê yekê de bin. Dem dema ku em xwedîderketina wijdan û rabûna ser pêyan e.”