Komek çete ya girêdayî îstixbarata tirk hat girtin

Piştî teqîna li Minbicê Yekîneyên Antîterorê komek çete ya bi navê ‘Derî Firat’ a girêdayî îstixbara tirk li Minbicê girt. Têkildarî komê YAT’ê ragihand ku çeteyan li xwe mikur hatine ku têkiliyên wan bi îstixbara tirk re heye

Yekîneyên Antîterorê (YAT) ên girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi operasyonekê komeke çete ya bi navê ‘Derî Firat (Mertala Firatê)’ a girêdayî dewleta tirk li bajarê Minbicê girt. Di nav komê de 7 çete tevî çek û cebilxaneyên xwe hatin girtin.

Navenda Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî girtina koma çete daxuyanî da û diyar kir ku di lêpirsînê de koma çeteyan li xwe mikur hatine ku têkiliya wan bi îstixbarata Tirkiyeyê re heye û ragihand ku wan gelek plan dabûne pêşiya xwe ku li bajêr kiryarên kuştin û teqînan pêk bianiyana û bi vî rengî dê ewlehiya herêmê xera bikirana.

Navên çeteyên hatine girtin wiha ne: Ehmed Mehmûd Hemade (Ebo Usame) ji bajarê Minbicê ku bi xwe serokê komê ye, Hisên Hemîd Mihemed Hemade (Ebo Cerah) ji Minbicê ye, Mehmûd Hesen Ebdullah, Ziyad Mihemed Mihemed (Ebo Tariq) ji Minbicê ye, Yûsif Sitêf Berho ji Sirînê ye, Ebdil Mihemed El Ilêwî ji Minbicê ye û Îbrahîm Yûsif El Hîto ji Minbicê ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku duh li bajarê Minbicê di encama teqîneke xwekuj de û 4 jê leşkerên amerîkî nêzî 15 kesan jiyana xwe ji dest dan. MINBIC