Li Başûr 349 binpêkirinên mafên rojnamegeran

Navenda Metro ya ji bo parastina mafên rojnamegeran, aşkera kir ku di sala 2018’an de li hemberî rojnamegerên Herêma Federal a Kurdistanê 349 binpêkirinên mafan pêk hatine

Navenda Metro ya ji bo parastina mafê rojnamegeran li avahiya Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan a Hewlêrê li ser binpêkirinên mafên rojnamegeran û rewşa azadiya rojnamegeriyê ya di sala 2018’an de rapora xwe aşkera kir.

Rapor ji aliyê Berpirsa Peywendiyan a Navenda Metroyê Şine Berzencî ve hat xwendin. Şine Berzendî aşkera kir ku di sala 2018’an de li navenda wan rojnamegeran û dezgehên ragihandinê 264 gilî tomar kirine. Her wiha Şine Berzencî got ku par 349 binpêkirin pêk hatine.

Li gorî raporê binpêkirinên di sala 2018’an de pêk hatin wiha ne;

Astengî û cudakarî: 188

Bêyî biryara dadgehê binçavkirin: 24

Fermana binçavkirinê bi biryara dadgehê, bêyî ku zagonên karên rojnamegeriyê li ber çavan werin girtin: 17

Lêdan: 13

Birîndarbûn: 12

Şikandina amûrên rojnamegeran: 3

Desteserkirina amûrên rojnamegeran: 26

Êrîş, gef û heqaret: 57

Li hemberî malên rojnamegeran êrîşkirin û gulebarankirin: 3

Şewitandina qenalan: 1

Rawestandina weşanan: 5. HEWLÊR

Dikarî Biecibînî